​​​​​​​Li Girkê Legê têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re civînek hate lidarxistin

PYD'ê, têkildarî xiyaneta PDK û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li Girkê Legê civîneke berfireh ji gel re li dar xist.

​​​​​​​Li Girkê Legê têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re civînek hate lidarxistin
14 nîsan, 2022   20:49
QAMIŞLO

Vê êvarê partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh ji şêniyên Girkê Legê re li dar xist.

Civîn li navenda Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlanê bi amamdebûna bi sedan kesî li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xebat Mihemed axivî.

/ar/uploads/files/2022/04/14/201903_2022-04-14-girke-civine-gel-28429.webp

Xebat Mihemed di axaftina xwe de got, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê amadekariya êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastiyên yên Medyayê dike.

Her wiha ev tişt anî ziman: " Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û xiyaneta PDK'ê derxin holê, ev xiyanet ziyan digihîne hemû aliyên Kurdisanê û gelên wê."

Endamê meclisa giştî ya PYD'ê Xebat Mihemed gotina xwe wiha bi dawî kir: " Rojava dê tevlî berxwedanê bibe û piştgirî bide gerîla, divê gelê Kurdistanê bi rihê fedayî û têkoşînê ya ji bo rêgiriya li ber xiyaneta PDK tev bigere

Civîn bi silganên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê bi dawî bû.

(şt)

ANHA