Rêxistinên jinan sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan şermezar kir

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li Qamişloyê sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan a ji navçeya Çilaxa şermezar kir û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Rêxistinên jinan sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan şermezar kir
14 nîsan, 2022   14:02
QAMIŞLO

Tevgerên jinan ên li herêma Cizîrê der barê sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan a 20 salî de ku ducanî bû û hemû awayên tundiyê yên li dijî jinan, nerazîbûna xwe nîşan da û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Li gorî daxuyaniya Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ku 12`ê Nîsanê ragihand, Sûad Ehmed El-Zalan ducanî bû û ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.

Yekitiya Jinên Ciwan li navçeyê têkildarî sûcên qetilkirina jinan nerazîbûna xwe anîn ziman û bi daxuyaniyekê got :"Tevî ku çend sal di ser ragihandina qanûnên jinan re derbas bûne, lê hîn jî jin temenê hişmendiya mêrên desthilatdar didin. Jin ji ber vê hişmendiyê rastî lêdan û qetilkirinê tên."

Yekitiya Jinên Ciwan îro diyar kir: "Tevî van qanûnan û berdêlên ji bo rizgarkirina jinan ji bindestiyê, lê hîn jî tundî û qetilkirina wan berdewam dike. Ev jî bi armanca şikandina vîna jinan û çewisandina nasnameya wan e.”

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin û radestî dozgeriyê bikin.

Li aliyekî din jî Kongra Star a navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan şermezar kir û banga dadgehkirina sûcdar kir.

(eh)

ANHA