KCD: Ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan û li ser civakê divê dîrok û rast bê fêmkirin

Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û îşkenceya giran da diyar kir ku “Ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan û li ser civakê, divê dîrok rast bê fêmkirin.”

KCD: Ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan û li ser civakê divê dîrok û rast bê fêmkirin
14 nîsan, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, meseleya yekîtiya neteweyî ya nava Kurdan, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan nirxand.

Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û 'hevkariya' PDK'ê da û got: "Di mijara yekitiya neteweyî de helwesta PDK'ê zerareke mezin dide yekîtiya Kurdan. PDK bi lihevkirina dema dawî ya bi dewleta Tirk re kiriye, li çar parçeyan paşeroja gelê Kurd dixe metirsiyê. Kurdistaniyên alîgirê azadiyê û welatparêz, her wiha dostên wan di vê mijarê de divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

KCD'ê bal kişand ser şerê Ukraynayê jî û diyar kir ku kapîtalîzm ji bo xwe ji nava krîza xwe rizgar bike, xwe dispêre felaketên nû.

Di dewama daxuyaniyê de KCD'ê bal kişand ser tecrîda bi rêk û pêk ku li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgeha belav bûye û hate gotin: "Her roj girantir dibe. Li girtîgehan şert û mercên nebaş û binpêkirina mafên mirovan nexweşiyan li girtiyan girantir dike. Tevî vê yekê jî saziyên tipa edlî rapora 'dikarin li girtîgehê bimînin' dide û bi vî rengî girtiyan dixin nava lepên mirinê. Li girtîgehên ku tecrîd û îşkence lê giran e her roj mirov şehîd dikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan û li ser civakê, divê dîrok rast bê fêmkirin, rastiya Rêbertî rast bê fêmkirin. Li qadên Newrozê ku bi milyonan mirov li hev civiyan, dilsoziya bi Rêbertî re hate nîşandan û hate destnîşankirin ku wê serî li ber polîtîkayên tecrîdê netewînin. Desthilata AKP-MHP'ê wê li hemberî berxwedana herî mezin a birûmet a dîrokê têk biçe."