Beşdarên ‘meşa li dijî xiyanetê’: Êrişa li dijî PKK`ê êrişa li dijî gelê Kurdistanê ye

Kesên beşdarî meşa navçeya Amûdê ya bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK`ê bûne, bang li hemû Kurdan kir ku li dijî siyaseta qirkirin û xiyanetê ya vê partiyê serî hildin û got "Êrişên li dijî PKK`ê êrişên li dijî gelê Kurdistanê ne."

Beşdarên ‘meşa li dijî xiyanetê’: Êrişa li dijî PKK`ê êrişa li dijî gelê Kurdistanê ye
14 nîsan, 2022   08:48
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan duh li Amûdê ya kantona Qamişlo bi dirûşma "Bi hev re em li dijî xiyanetê bisekinin û parastina rûmeta xwe bikin" meşek organîze kir û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Di çarçoveya meşên dê 13 rojan li hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê li dar bikevin û hevkariya PDK`ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar bikin, xwepêşandan hate organîzekirin. Xwepêşandêr ji ajansa me re axivîn.

'SIYASETÊN WAN NIKARIN ME DÛRÎ TÊKOŞÎNA ME BIXIN'

/ar/uploads/files/2022/04/14/054641_shhnaz-ibrahym.webp

Endama Kongra Star a navçeya Amûdê Şehnaz Îbrahîm axivî û got: "Em hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk  a dagirker re ya êrişên li dijî erda Kurdistanê red dikin. Em êrişên li dijî gerîlayên ji bo Kurdistan û gelê wê tê dikoşin, qebûl nakin."

Şehnaz Îbrahîm anî ziman ku siyasetên PDK`ê û hevkariya bi artêşa Tirk a dagirker nikare wan dûrî têkoşîn û berxwedana wan bixe û wiha axivî: "Her wiha nikare vîna gelê Rojava ya piştgiriya gerîla li çiyayên Kurdistanê jî bişkîne. Em ê li dijî siyasetên dijbertiya Kurdan dikin, bi şev û roj li qadan bin. PDK`ê li şûna ku di vê qonaxê de piştgiriya Kurdan bikin, destekê dide dijmin."

'PIŞTGIRIYA DIJMINEKÎ DIKE KU LI DIJÎ KURDAN KOMKUJÎ PÊK ANÎ'

/ar/uploads/files/2022/04/14/054702_shha-sayd.webp

Endama rêveber a Kongra Star Şeha Seîd jî axivî û bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyaneta li dijî Kurdan û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker berde û ev lê zêde kir: "Ev ji bo PDK`ê şermeke, gelo çawa Kurdekî îdiaya kurdîtiyê dike êrişî tevgereke ji bo Kurdistanê têk dikoşe, bike?"

Şeha Seîd bi domdarî got: "Dijminê me yek e û yê Kurdistan kir 4 parçe dê rojekê bi tenê jî nehêle Kurd azadiya xwe bi dest bixin, êdî bila PDK`ê baş bizane ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê hêzên xwe xurt kiriye, da ku Kerkûk û Kurdistanê dagir bike."

Şeha Seîd bang li tevahiya Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyasetên PDK`ê bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dîrok şahidê xiyaneta wan a ji Kurdan re ye, gelo PDK`ê ji piştgiriya dijminekî li dijî Kurdan gelek komkujî pêk anîne şerm nake?"

'SERHILDAN LI DIJÎ SIYASETÊN PDK`Ê YE'

/ar/uploads/files/2022/04/14/054718_ilham-hsyn.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Îlham Hisên jî soza piştgiriya gerîlayan da û got: "Li dijî êrişên li ser gerîlayên me, em ê her tim li qadan bin û çalakiyan li dar bixin."

Îlham Hisên di dawiyê de diyar kir ku êrişên li dijî PKK`ê di heman demê de êrişên li dijî gelê Kurdistanê ne, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişên li dijî gerîla vîna Kurdan bişkîne, lewma divê hemû Kurd li dijî siyasetên PDK`ê serî hildin.

(eh)

ANHA