Li kampên Şehbayê Remezan çawa derbas dibe

Digel siyaseta ambargoyê û êrişên bêserûber 5 Remezan di ser gelê Efrînê yê li kantona Şehbayê re derbas dibe û hîn jî hêviya vegera li warên xwe dike.

Li kampên Şehbayê Remezan çawa derbas dibe
14 nîsan, 2022   08:31
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ev meha Remezanê ji bo welatiyên Efrînê yên koçber ên li kantona Şehbayê ne, ne mîna berê ne. Ji ber di vê Remezanê de bendên hikumeta Şamê ambargoyeke tund dimeşînin, di heman demê de jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li Efrîna dagirkirî dimeşînin.

Koçbera bi navê Roşîn Mihemed a ji şêniyên navçeya Raco ku li kampa Berxwedan dimîne axivî û got: "5 rojî di ser me re derbas dibin û hîn jî em dûrî mal û erda xwe ne û li kampan dimînin, ji ber ku em jiyana di bin ala artêşa Tirk a dagirker de ku mal û milkên me talan dikin, red dikin."

Roşîn Mihemed bi domdarî got: "Em di rojên pîroz ên meha Remezanê de ne, lê dîsa jî ji ber buhaya kel û pelan em nikarin rojane xwarinê çêkin. Mînak kîloya firingiyan zêdetirî 4 hezaran e û ya kartolan jî 2 hezar û 500 e."

Roşîn Mihemed bal kişand ser ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û wiha got: "Sedema buhabûna kel û pelan jî siyaseta hikumeta Şamê li ser gelê herêma Efrînê daye meşandin. Bendên wê li ser rê hene û bacan li ser wan madeyan ferz dikin, ev jî dibe sedem ku barên welatiyan girantir bibe."

Roşîn Mihemed di dawiyê de bang li gelê Efrînê yê li kampan û malên kavilkirî kir  ku li dijî ambargo û êrişan li ber xwe bide.

Koçberê bi navê Fewzî Hebeş ê ji şêniyên gundê Çeqmaq ê navçeya Raco û li kampa Berxwedan dimîne wiha axivî: "Ez niha li gel cotkarên herêmê dixebitim, rojane 3 saetan dixebitim û li hemberî her saetekê hezar û 500 lîreyan werdigrim. Da ku bikaribim kîloyeke baçan bikirim ku bi destpêkirina rojiyê re zêde buha bûye. Sedema wê jî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye."

Fewzî Hebeş anî ziman ku ji ber ambargoyê û bilindbûna nirxên kel û pelan, di meha Remezanê de bi zorê hewcedariyên xwarinekê ji malbata xwe re pêk tîne.

Hebeş ev li gotina xwe zêde kir: "Îro em di rojên mubarek ên Remezanê de ne û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku qaşo banga îslamê dikin, sûcên li dijî gelê me pêk tînin û mal û milkên me talan dikin. Lewma divê heta rizgarkirina Efrînê em li ber xwe bidin."

Ji gundê Erebo yê kantona Efrînê Necah Xelîl axivî û got: "Me baş amadekariya meha Remezanê dikir û rojane xwarin çêdikir, lê îro ji ber ambargoyê em nikarin kîloyeke mast bikirin an jî ji bo cejnê cilan ji zarokên xwe re wergirin."

Necah Xelîl destnîşan kir ku bilindbûna nirxên kel û pelan bi armanca têkbirina berxwedana koçberan e, da ku dûrî doza xwe ya rizgarkirina Efrînê bikevin.

(eh)

ANHA