HRE: Hevrêyê me Cîlo Efrîn şehîd bû

HRE`yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevrêyê wan Cîlo Efrîn 13`ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû gihîştiye şehadete. HRE`yê soz da ku ew ê xeyalên şehîdan bi azadkirina welat tacîdar bikin.

HRE: Hevrêyê me Cîlo Efrîn şehîd bû
14 nîsan, 2022   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî, tê de nasnameya hevrêyê xwe Cîlo Efrînê yê 13`ê Nîsanê şehîd bûye eşkere kir.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevrêyê me Cîlo li herêma berxwedanê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Welatparêzî çandek e di nav gelê me de û hevrêyê me jî bi vê çandê hem mezin bû hem jî dema pêwîst bû ji bo parastina xaka xwe her tim amadebû. Çawa ku armanca her welatparêzekî welatê xwe ji dagirkeran rizgarkirin be, ji bo hevrêyê me Cîlo jî armanca yekem Efrîn û cihên din ji dagirkeriyê paqijkirin û azadkirin bû. Bi vê çanda berxwedanê tevlî jiyan û têkoşîna azadiyê bû.

Em ê xewn û xeyalên her şehîdekî xwe bi azadkirina welatê xwe tacîdarkirin bikin û soza ku me daye wan careke din nû dikin. Em di şexsê hevrê Cîlo de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Cîlo Efrîn

Nav û Paşnav: Celal Elî

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Yaqub

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Dîroka Şehadetê: 13`ê Nîsana 2022

(cx)