Hiqûqnas: Kampa Holê cihekî herî xeternak ê cîhanê ye

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Mutez El-Sûdan hişyarî da û got çeteyên DAIŞ’ê yên desteka xwe ji dewleta Tirk digirin, li ser herêmê xeterne ne, divê civata navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike da ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çete werin darizandin.

Hiqûqnas: Kampa Holê cihekî herî xeternak ê cîhanê ye
14 nîsan, 2022   07:28
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

Hîna jî xetereya DAIŞ'ê li ser herêmê heye. 28’ê Adara derbasbûyî çeteyên DAIŞ'ê li kampa Holê êriş birin ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Beriya wê jî di 20 Çileya derbasbûyî de çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kiribû.

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî a Tebqayê Mutez El-Sûdan ji anansa me re got, Kampa Holê cihê herî xeternak ê cîhanê ye, 60 hezar kes ji gelek welatan lê dimînin, di nava wan de malbatên DAIŞ'ê hene.

Li kampa Holê tevgera çeteyan zêde bûye, tenê di sala 2021 de 126 rewşên kuştinê li wir rûdane

11’ê Çileya îsal, çeteyan endamekî Heyva Sor a Kurd  kuşt, di 28’ê heman mehê de jî şaneyên DAIŞ'ê êrişî dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Li kampa Holê tevgera çeteyan zêde bûye û bûye navenda sûc û belavkirina fikirên tundraw. El-Sûdan îşaret bi vê yekê jî kir, eger civaka navnetewî dibîne ku kampa Holê bombeyeke demkî ye, divê nas bikin ku ew bombe li ber teqandinê ye.

Êrişa vê dawiyê li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê, girêdayî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê ye.

Çete li xwe mukir hatin ku armanca wan derxistina malbatên xwe ji kampa Holê bû. El-Sûdan ev tişt jî anî ziman: “Hin çeteyên ku girtîgeha Sînaayê reviyan xwe gihandin herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk piştgirî dide çeteyan. Armanca wan têkbiriya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi rêya destekdayîna ji bo şaneyên DAIŞ'ê.”

El-Sûdan diyar kir ku gelek caran Rêveberiya Xweser bang li civaka navnetewî kiriye ku DAIŞ'iyên li kampa Holê vegerînin welatê wan û ji bo darezandina çeteyan dadgeheke navnetewî bê avakirin, lê bangên Rêveberiya Xweser hatin paşguhkirin.

Mutez El-Sûdan di dawiyê de tekez kir ku ji bo darezandina çeteyên DAIŞ'ê pêwîst e îtîraf bi Rêvebeirya Xweser bê kirin û got: “Divê civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike, da dadgeheke navnetewî bê avakirin û çete bên darezandin û barê Rêveberiya Xweser bê sivikirin."

ANHA