Nahêlin derman jî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin

Endamên Firqeya 4`an taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirine û nahêlin derman jî bikevin taxan.

Nahêlin derman jî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin
13 nîsan, 2022   09:38
HELEB

Binpêkirinên endamên Firqeya 4`an ên girêdayî hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dewam dikin. 8 roj e tax dorpêçkirî ne û nahêlin derman derbasî her du taxan bibin.

Beriya vê dorpêçê jî nedihiştin ard û xwarin derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

Berpirsên Yekitiya Dermanfiroşan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eşkere kir ku 8 roj e derman derbasî her du taxan nebûne. Di rojên destpêkê de hin dermanfiroşan têkildarî mijarê bi şîrketên dermanan re peywendî danîbûn. Berpirsan diyar kir ku hin şîrketan da zanîn ku Firqeya 4`an nahêle dermanan derbasî taxan bikin.

Ajansa me der barê mijarê de xwe gihand hin dermanfiroşên li taxa Şêxmeqsûdê yên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin. Dermanfiroşan bal kişand ser xetereya qutkirina dermanan ku dê bi xwe re bi taybet ji bo nexweşên dil, şekir, tansiyonê û hwd gelek pirsgirêkan bîne.

Dermanfiroş L.A. got nahêlin şîrketên dermanan derbasî her du taxan bibin. L.A destnîşan kir ku berdewamkirina qutkirina dermanan dê di warê tenduristiyê de gelek pirsgirêkan çêke û got: "Ger heta 10 rojan derman derbasî taxan nebin, dê dermanxane vala bibin."

Ji 13`ê Adarê ve endamên Firqeya 4`an taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine ku zêdetirî 200 hezar tê de dijîn.

(eh)

ANHA