QSD`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir ku 9`ê Nîsanê di êrişa balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê şehîd bûbû.

QSD`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
13 nîsan, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyanî da raya giştî, tê de şehîd Mihemed Aydin (Rojvan) bi bîr anî û got: “Em soz didin şehîd Rojvan ku tola wî hilînin. Wê tolhildana me wekî fedakarî û lehengiya wî mezin be.”

QSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên gelên herêmê têk bibe yên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin. Ji ber wê êrişî herêmê dike û hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî bi kar tîne.

QSD`ê eşkere kir ku 9`ê Nîsanê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê kir hedef û di encamê de hevrêyê wan Mihemed Aydin (Rojvan) şehîd bû.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbata şehîd û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

/ar/uploads/files/2022/04/13/085647_img-20220412-wa0066.webp

Nasnav: Rojvan Wan

Nav û Paşnav: Mihemed Aydin

Navê Dayîkê: Fatime

Navê Bav: Qitbedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dirbêsiyê, 9`ê Nîsana 2022`yan

(şx)

ANHA