​​​​​​​‘Divê hikumeta Kazimî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de rawestîne’

Rûspiyekî eşîra El-Şemer a herêma Cizîrê siyaseta hikumeta Kazimî ya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir û diyar kir ku armanc jê îzolekirina eşîr û qebîleyên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê ye.

​​​​​​​‘Divê hikumeta Kazimî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de rawestîne’
13 nîsan, 2022   08:40
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Duh li ser sînorê di navbera herêma Şengal û navçeya Holê ya kantona Hesekê de bi armanca şermezarkirina siyasetên hikumeta Mistefa Kazimî ya Iraqê û PDK`ê ya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, şêniyên herêma Cizîrê xwepêşandanek li dar xistibû.

Rûspiyekî eşîra El-Şemer a herêma Cizîrê ku beşdarî xwepêşandanê bû, têkildarî mijarê axivî.

Artêşa Iraqê bi hevkariya hêzên PDK`ê ji nîvê Adarê ve di navbera Şengalê û Rojava de, bi dirêjahiya 250 km û bilindahiya 4 metreyan dîwarekî lê dike. Ev yek di çarçoveya berdewamkirina Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a têkildarî Şengal de pêk tê.

Rûspiyê eşîra El-Şemer a herêma Cizîrê Xalib El-Sedûn lêkirina dîwar wiha nirxand: "Mistefa Kazimî bi lêkirina dîwar dixwaze eşîr û qebîleyên li her du aliyan ji hev cuda bike.”

Xalib El-Sedûn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser her du aliyên sînor û li her du welatan têkiliyên me yên biratiyê û xwînê hene. Ev dîwarê tê lêkirin, bi armanca parçekirina van eşîrên li her du aliyan e. Dema gelê me yên li Iraqê û ji wan gelê Şengal bi êrişên terorîstên DAIŞ`ê re rû bi rû ma, me dît çawa hêzên me destwerdan kirin û piştgirî da gelê me."

El-Sedûn der barê lêkirina dîwar de nerazîbûnên xwe anî ziman û got: "Em lêkirina dîwar û îzolekirina eşîrên me red dikin. Tu wateya vî dîwarî ji bo me nîn e û nêrîna eşîrên li her du aliyan temsîl nake. Em gelê herêmê yek û hevgirtî ne."

Rûspiyê eşîra El-Şemer Xalib El-Sedûn di dawiyê de diyar kir ku biryara hikumeta Kazimî şaş e, zirarê digihîne herêmê û aramiyê têk dibe û bang li hikumeta Kazimî kir ku vê biryarê betal bike.

(eh)