Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundewarê Eyn Îsa kir

Şeva din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsa bi dijwarî topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundewarê Eyn Îsa kir
13 nîsan, 2022   06:37
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din gundê El-Mişêrfê yê bakurê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.

Ev êriş hemwextî zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Eyn Îsa û gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî pêk tê. Dagirkeran li ser dirêjahiya eniyên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re satirên axî bilind kiribûn û xendek kolandibûn. Her wiha baregehên xwe yên leşkerî xurttir kiribûn û bi dehan leşker û çete li wan baregehan bi cih kiribûn.

Ji fermandarên QSD`ê Ardal Kobanê 10`ê Nîsanê ji ajansa me re eşkere kiribû ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê amadekariya êrişên nû dike û diyar kiribû ku ew bi hevkariya gel amade ne bersiva hemû êrişên muhtemel bidin.

 (eh)

ANHA