Ezab El-Ebûd: Dewleta Tirk sûrî bi kar anîn û kirin çete                                          

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, dewletên ku şerê Sûriyê bi rêve dibin û di serî de dewleta Tirk a dagirker, sûrî kirin çete û ew yek parçebûna li welat kûrtir dike.

Ezab El-Ebûd: Dewleta Tirk sûrî bi kar anîn û kirin çete                                          
13 nîsan, 2022   06:55
MINBIC

Di demên dawî de behsa şandina çeteyên sûrî ber bi Ukraynayê ve hat kirin, beriya wê jî çeteyên sûrî tev li şerên Lîbya û Qerebaxê hatin kirin.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker ji bo dewamkirina dagirkeriya xwe li Sûriyê  wan çeteyan bi kar tîne.

Di vê der barê de Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê Ezab El-Ebûd ji ajansa me re axivî.

Ezab El-Ebûd anî ziman ku tevger û serhildana gelê Sûriyê ji ber gelek sedeman veguherî aloziyeke kûr. Ji wan sedeman; hikûmeta Şamê rêyên leşkerî hilbijart û guhertinên demokratîk yên li gorî daxwaze gelê Sûriyê pêk neanîn.

Ezab El-Ebûd wiha li gotina xwe zêde kir: "Projeyeke muxalefetê hebû ku pêdiviya wê bi rêxistinekê û eşkerebûna zêde hebû, lê mixabin ji ber hin aloziyên tê de derfet li pêş destwerdanên derve vekir. Di encamê de projeya muxalefetê têk bir û vala derxist. Êdî qada Sûriyê bû qada nakokiyên kûr, çi krîza hundirîn, çi jî qada tesfiyekirina hesaban û berjewendiyên navneteweyî."

Girêdayî bandora krîza Sûriyê li welatiyan Ezab El-Ebûd wiha pê de çû: "Yê fatora şer daye, gelê Sûriyê ye û piranî muxalefet bûn terorîst û çete û ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve wek çekekê ji bo pêkanîna projeya xwe ya avakirina împratoriya Osmanî tên bikaranîn, sûriyan dikujin an jî sûriyan bi hev didin kuştinê, mîna tiştê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî rû dide."

Ezab El-Ebûd da zanîn ku dewleta Tirk komên ku bûne çete ku doza wan êdî ne nîştimanî ye, lê doza komkirina pereyan e, bi kar tîne û wiha axivî: "Dewleta Tirk wan çeteyan di şerê li Lîbya û Azerbêcanê de bi kar tîne. Dewleta Tirk ku endameke NATO’yê ye, li Ukrayna berjewendiyên xwe pêk tîne û sûriyan di şerê li Ukraynayê de bi kar tîne ku zextê li aliyê Rûsyayê bike."

Ezab El-Ebûd ev tişt lê zêde kir: "Rûsya jî sûriyan ji bo şer bi kar tîne û da ku projeyên xwe yên jinûve vejandina Yekitiya Sovyetê ya berê pêk bîne. Rûsya ji hevalbendên rejîma Sûriyê ye û rola wê di krîza Sûriyê de mezin bû."

Der barê rêbaz û kiryarên dewletên derve yan jî dewletên bi rêveçûna çareya li Sûriyê kontrol in de ku sûriyan bi kar tînin Ezab El-Ebûd wiha axivî: "Sûrî weke alavekê ne ku projeyên wan pêk bînin. Lê dê ev yek azarên zêde ji gelê Sûriyê re bîne û dê krîzên kûrtir digel tunebûna asoyên çareseriyê li Sûriyê bîne."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê Ezab El-Ebûd wiha dawî li gotina xwa anî: "Ji bilî pêkanîna diyaloga sûrî ku garantiya mafên hemû sûriyan ya jiyana azad û bi rûmet pêk bîne, tu çareserî ji krîza Sûriyê re tune ne. Piştî ku di destê gelê Sûriyê de rola pêşeng di şaristanî û çandê de hebû, îro rûbirûyî rewşeke parçekirina mezin e û êdî bûne çete û ji derve re dixebitin."

(şt)

ANHA