Rojnameyên erebî: Tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li beyara Sûriyê zêde bûne

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî tevgera leşkerî ya Rûsyayê li beyara Sûriyê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li beyara Sûriyê zêde bûne
Rojnameyên erebî: Tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li beyara Sûriyê zêde bûne
Rojnameyên erebî: Tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li beyara Sûriyê zêde bûne
13 nîsan, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

`DI 2 HEFTEYAN DE RÛSYAYÊ LI BEYARA SÛRIYÊ 240 ÊRIŞ PÊK ANÎN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Bi zêdebûna êrişên DAIŞ`ê yên li dijî hêzên rejîmê û mîlîsên Îranê re ku bi dehan ji wan hatin kuştin û birîndar bûn, balafirên şer ên Rûsyayê ji destpêka Nîsanê ve êrişên xwe li dijî DAIŞ`ê li beyara Sûriyê, gundewarên Hums, Dêrazor û Reqayê zêde kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di Adara derbasbûyî de êrişên hewayî yên Rûsyayê kêm bûn, lê di Nîsanê de balafirên şer ên Rûsyayê hedefgirtina DAIŞ`ê zêde kir.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Nîsanê ve Rûsyayê 240 êrişên hewayî li dijî baregehên DAIŞ`ê yên li beyara Sexne ya rojhilatê Humsê, beyara Resafê ya Reqayê, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê pêk anîne. Di encamê de windahiyên canî û madî çêbûn. Bi taybet piştî ku komên girêdayî DAIŞ`ê beriya çend rojan êrişî baregeheke leşkerî ya mîlîsên Îranê li nêzî herêma Sexne ya rojhilatê Humsê kir û di encamê de 6 mîlîs hatin kuştin û birîndar bûn.”

`EL-SADIR LI BENDA BIDAWÎBÛNA MUHLETA 40 ROJÎ YE`

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “2 hefte di ser wergirtina Çarçoveya Koordînekirî ya birêvebirina dan û standinên ji bo çareserkirina aloziya siyasî re derbas bû. Lê ji ber hişkbûna helwesta hevbendiya sêalî ya bi serkêşiya Tevgera El-Sadir heta niha tu pêşketinek bi dest nexistiye.

Hevbendiya sêalî; El-Sadir, Serdestiya Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) niha li bendê ne ku muhleta ji Çarçoveya Koordînekirî re hatiye dayîn, bi dawî bibe.

Lê Çarçoveya Koordînekirî roja sêşemê muhleta ku El-Sadir ji bo hilbijartina serokkomar û avakirina hikumetê diyar kiriye, red kir.

Li gorî çavdêran ji helwesta El-Sadir diyar dibe ku naxwaze çareserî pêk were lê belê dixwaze xuya bike ku ew aliyê herî xurt ê hevkêşiya heyî ye.”

‘MEKANÎZMAYA NAVNETEWEYÎ 4 RÊGEHÊN ÇARESERKIRINÊ DIYAR KIRIN’

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Îtîhad wiha got: “Mekanîzmaya sêalî ya herêmî û navneteweyî ya hevbeş ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya Sûdanê, 4 mijarên sereke yên diyaloga di navbera pêkhateyan de diyar kirin û îşaret pê kir ku derfet heye lihevkirin di demeke kurt de pêk were.

Mekanîzmayê diyar kir ku ji bo biserxistina hewldanên pêkanîna diyalogê, divê şert û mercên guncaw bên peydakirin, di sêrî de bidawîkirina rewşa awarte li welêt, serbestberdana hemû girtiyên siyasî, betalkirina qanûnên binpêkirina mafan û mîsogeriya ku binpêkirina mafên mirovan careke din pêk nayê.”

(şx)