​​​​​​​Welîda Botî: Hewldanên qirkirina Kurdan hene û PDK’ê şirîk e

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava got, dewleta Tirk palan dike ku bi hevkariya PDK'ê êrişên nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û herêmên din dagir bike.

​​​​​​​Welîda Botî: Hewldanên qirkirina Kurdan hene û PDK’ê şirîk e
13 nîsan, 2022   03:29
QAMIŞLO-SILAVA EBDURIHMAN

Dîroka PDK’ê bi îxanetên li dijî gelê Kurd tijî ye û êrişên dewleta Tirk a dagirker  ên bi tevkariya hêzên PDK’ê ji 1983’yan ve berdewam in. PDK’ê gavên pêşîn ên dewleta Tirk e ku bi rêya wê êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Di 30’yê Adara borî de, hêzên dewleta Tirk a dagirker ketin gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên bajarokê Sîdekanê yê navçeya Soran a Hewlêrê ya Başûrê Kurdisanê û bi serokê şaredariyê re civiya û jê xwestin ku li ser hêzên PKK’ê sîxurtiyê bike.

Li aliyekî din jî Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 26’ê Adara borî de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê dê êrişekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Her wiha PDK’ê hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Li hember tevgerên dawî yên hêzên PDK’ê gelê Kurdistanê, siyasetmedar, rewşenbîr û tevgerên jinan bertek nîşan dan.

Girêdayî mijarê, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Ji armancên pêşîn ên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û dagirkirina herêmên wî ye. Binpêkirina mafan, zêdegavî û êrişên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû hewldanên mêtingkirina herêmên Kurd in."

Welîda Botî da zanîn ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl da gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, lê her tim li hemberî berxwedana lehengî ya gerîlayan têk diçe. Welîda Botî wiha domand "Ji lew re, careke din tevkariyê bi PDK’ê re dike ku wan herêmên ku nikarîn bihostek jê dagir bikira, kontrol bike. Dewleta Tirk ji naskirina PDK’ê ya erdnîgariya herêmê sûdê digire û PDK’ê dike qurban ku ziyan bi artêşa wê çenebe."

‛EŞKERE ÎXANETÊ DIKE’

Di 5’ê Tebaxa 1991’ê de PDK’ê êrişek li dijî PKK’ê pêk anî û bi awayekî yekser bi dewleta Tirk re sekinî. Di 1992’yan de dewleta Tirk bi serkêşiya Dogan Koreş êriş li dijî Xakûrkê da destpêkirin, hêzên PDK'ê di wê êrişê û êrişên 21’ê Adara 1995'an, Nîsana 1996'an, Hezîrana 1997’an û heta roja îro de, beşdar bûn ku destek dan dewleta Tirk.

Der barê îxaneta PDK’ê de, Welîda Botî wiha axivî: "PDK'ê xwedî dîrokeke demdirêj a xiyanet û lihevkirinên bi dijminê gelê Kurd re ye. Berjewendiya gelê Kurd ne xema wê ye, tenê xema wê berjewendiyên partiya xwe û desthilata ya li Başûrê Kurdistanê de biparêze ku di destê mala Barzaniyan de be. Gelê Kurd ji ber tevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re gelek azar kişandin."

Welîda Botî got, zû yan dereng wê gelê Kurd li ser tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hesabê bixwaze û dê dîroka şahidê wê yekê be.

Welîda Botî îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide sûdê ji nakokiyên li herêmê û şerê li Ukraynayê bigire û wiha dom da axaftina xwe: "Em rûbirûyî şerê cîhanê yê sêyemîn in, bê guman dê bandorek li hemû hevsengiyên siyasî yên li cîhanê bike. Ji lew re dewleta Tirk dixwaze vê fersendê li gorî berjewnediyên xwe bi kar bîne û sûdê ji şerê Rûsya û Ukraynayê bigire."

'DEWLETA TİRK DİXWAZE KURDAN BER Bİ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ VE BİKİŞÎNE'

Welîda Botî anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd ber bi şerekî navxweyî ve bikişîne û diyar kir ku dixwaze di şerê li dijî kurdan de pêşmergeyan bi kar bîne. Her wiha hebûna baregehên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi dagirkerî pênase kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî di dawiyê de bang li rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê kir ku ji planên li dijî kurdan têne kirin hişyar bin û ji hêzên leşkerî xwest ku nekevin xefka dewleta Tirk û got: "Ji komployên bi armanca têkbirina hêzên parêzvanên gelê Kurd hişyar bin."

(fr)

ANHA