Li New Yorkê êrişek rû da; 13 kes birîndar bûn

Li stasyona merto ya Broklyn a paytexta DYA’yê New Yorkê êrişek pêk hat. Di êrişê de herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Li New Yorkê êrişek rû da; 13 kes birîndar bûn
12 nîsan, 2022   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, li stasyona merto ya Broklyn a paytexta DYA’yê New Yorkê êrişa çekdarî pêk hat. Êriş di saet 08.30’an de pêk hat. Di êrişî de herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Tê gotin ku kesekî maske xistiye li ber rûyê xwe û ji bo neyê naskirin, cilên dişibin ên xebatkarên MTA’yê li xwe kirine, rasterast gule reşandin û ji cihê bûyerê reviya ye.

Êrişkar nehat girtin. Polîsan bang li welatiyan kir ku ji cihê bûyerê bi dûr kevin.