​​​​​​​' Divê desteyek ji bo kontrlokirirna hesabên rayedarên Başûrê Kurdistanê were avakirin '

​​​​​​​Têkildarî raporên ku beşdarbûna beşek a malbata Barzanî di diziya malên gel de eşkere dike, Serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê got: "Divê desteyek li dijî gendeliyê were avakirin ku hesabên rayedarên Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike. ''

​​​​​​​' Divê desteyek ji bo kontrlokirirna hesabên rayedarên Başûrê Kurdistanê were avakirin '
13 nîsan, 2022   04:20
HESEKIÊ- BASIL REŞÎD

Gelek malper û rojname, wekî malpera ''American Prospect'' eşkere kirin ku serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, ji girîngtirîn muşteriyên siyasî yên dîkator ên şirketeke avahîsaziyê ya amerîkî ye ku navên xwediyên avahiyan, pere û nirxên avahiyan vedişêre.

Rojnameya Telegraph a Brîtanî ragihand ku Kar Group a bi serkêşiya Baz Kerîm, sala 2015'an 57 hezar sterlîn da Gary Kent ku şêwirmendê Parlamentera Partiya Karker Mary Glindon e. Rojnameyê diyar kir ku bi giştî 400 hezar sterlîn ji Gary Kent re hatiye dayin.

Kovara Variety ya Amerîkî wê demê piştrast kir ku ji malbata Barzanî du kes peymaneke dualî ji bo kirîna du qesran li herêma Beverly Hills ya li Los Angeles a California pêk tînin û nirxê her du qesran 47 milyon dolar e. Lê li gel van, li Başûrê Kurdistanê aloziyên sotemenî, debarê û aborî hene  û rojane ji aliyê gel ve xwepêşandan têne lidarxistin.

Li ser mijarê serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê, Mihemed Ehmed anî ziman ku desteserkirin pereyên giştî ji aliyê serokan ve wekî du sûc tê naskirin û divê ji ber van sûcan werin cezakirin û got, sûcê yekemîn talankirina pereyên gel e û ya duyemîn ji ber sîfeta wî ya serokatiya gel e, nabe ku vî erkê îstismar bikin.

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku di demekê de ku piraniya Kurdên Başûrê Kurdistanê di nava mercên zehmet ên aborî de dijîn, malbata Barzanî pereyên gel didize û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha axaftina xwe dom kir: "Ew xwe wekî rêveber û serokên civaka Kurdistanê dibînin, lê di rastiyê de pereyên gel talan dikin."

Li gorî malpera The American Prospect, her du nivîskar Zack Coplin û Basma Hammadî diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî bi navê hevjîn, bira û xizmên xwe pere û milkên xwe yên di şirketê de birêve dibe  ku hejmara wan milkan gihiştiye 300'î.

Ehmed bang li civaka Kurdistanê kir ku desteyek li dijî gendeliyê ava bikin û hesabên berpirsên Başûrê Kurdistanê lêkolîn bikin.

serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed  da zanîn ku çavgirtina li mijara destekirina pereyan û xiyaneta li gel a ji aliyê malbata Barzanî ve, dê bihêle ku ev malbat zêdegaviyên xwe dewam bike bibe sedem ku gel ji mafên xwe bêpar bimîne û hejmara hejariyê li Başûrê Kurdistan zêde bibe.

(dx)

ANHA