Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in

Ne topên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya hikumeta Şamê li pêşiya apê Mihemed Qedî nebûn asteng ku çandiniyê bike. Ji ber hezkirin û girêdana xwe ya bi axê ve li cihekî ji warên wî dûr, dîsa çandiniyê dike, ruxmî ku çeteyan hemû darên wî li Efrînê qut kirin. 

Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
Ruxmî dorpêç û topbaranê lê efrînî di çandiniyê de bi israr in
13 nîsan, 2022   00:51
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, apê Mihemed Qedî tevî malbata xwe ji gundê xwe yê Tirindê koçber bûn û li gundê Herbel ê li ser eniyên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk re bi cih bûn.

Apê Mihemed ê 64 salî ji şêniyên gundê Tirindê yê Efrîna dagirkirî ye. Ji axa kal û bavan û çandiniyê hez dike.

Gundê Herbel li nêzî gundê Mari yê dagirkirî ye û girêdayî navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê ye.

Tevî zehmetî û astengiyan, lê apê Mihemed nekarî heta demeke dirêj piştî koçberiyê bê kar rûne. Ji ber wê li gundê Herbel şitlgeha darên zeytûnan û darên din vekir.

Îsal apê Mihemed 3 hezar û 500 şitlên zeytûnan û bi hezaran şitlên darên din çandin. Lê topên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya hikumeta Şamê bi awayekî neyînî bandor li çandiniya wî kir.

Apê Mihemed got: "Em efrînî çiqas ji destê me bê em ê dar li deryayê biçînin. Çiqas şert û merc dijwar bin, lê dîsa dê daran biçinin.

Apê Mihemed diyar kir ku piştî koçberiyê, wî şitlgeh li gundê Herbel vekiriye da ku herêmê dîsa vejîne û bêhna xwe vede, ji ber hezkirina wî ya ji axê, karê xwe di çandiniyê de didomîne.  

APÊ MIHEMED JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATE HEDEFGIRTIN

Apê Mihemed behsa zehmetiyan kir ku di 4 salan de li vê herêmê kişandin li gel doprêça tengav a li ser kantona Şehbayê û êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên li ser eniyên şer.

Her wiha diyar kir ku beriya çend rojan, dewleta Tirk a dagirker traktora wî bi moşekekê kir hedef. Têkildarî mijarê wiha axivî: "Beriya çend rojan, dewleta Tirk ji aliyê Mariê traktora malê bi moşekekê kir hedef. Baş bû ku ez ne li ser traktor bûm."

`DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ REWŞÊ GIRANTIR DIKE`

Apê Mihemed Qedî behsa dorpêça li ser herêmê kir û got: 'Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, rewşê girantir dike. Em nekarin sotmenî û semadê peyda bikin. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên çandiniyê û sotemenî derbasî herêmê bibe. Ev karê me asteng dike. Ne ji dorpêçê bûya, wê rengê kantona Şehbayê ji nû ve kesik bibûya."

Apê Mihemed îşaret bi hewldanên Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê kir û got: 'Komîteya Çandiniyê alîkariya me dike û li gorî derfeta xwe pêdiviyên çandiniyê peyda dike. "

Di dawiyê de apê Mihemed Qedî got: 'Ev 4 sal in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê daran qut dikin û em jî li Şehbayê diçînin. '

DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ, ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA ÇANDINIYÊ ASTENGÎ NE

Hevserokê Beşa Kar û Barên Çandiniyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Efrînê endezyar Basim Osman têkildarî mijarê wiha got: ''Kantona Şehbayê bi çandina genim û ceh tê naskirin. Salê zêdetirî 8 hezar û 500 hiktar zevî bi genim û derdora 7 hezar zevî bi ceh tê çandin. "

Osman daxuyand ku li herêmê derdora hezar û 600 hiktar bi pîvaz û petat û 2 hezar hiktar bi nisîk, reşreşik û gijnîj tê çandin.

Her wiha Osman îşaret bi astengiyên li pêşiya wan û cotkaran derdikeve kir û got: “Li Şehbayê ji ber siyasetên li dijî herêmê, dorpêça hikumeta Şamê û topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî zeviyan, pêdiviyên çandiniyê li herêmê bi zehmetî peyda dibin. Li rex wê jî di zeviyan de, mayîn û bermahî hene. Bi taybet li seranserî eniyên şer di navbera navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û gundê Nêrabiye yê nêzî bajarê Babê yê kantona Şehbayê.”

Osman diyar kir ku ji ber dorpêçê, nirxên pêdiviyên çandiniyê jî buha bûn.

Osman eşkere kir ku nirxê bermîla mazotê 800 hezar lîre derbas kiriye û turika semadê jî bi 140 hezar lîre ye û got ev yek barên cotkaran zêde dike.

Li gorî Osman, hikumeta Şamê bi rêya belavkirina sotemenî û mazotê wan bi kar tîne da ku piştre hilberînên xwe bifroşin wê.

`150 TON SEMAD LI COTKARAN HAT BELAVKIRIN`

Basim Osman bal kişand ser hewldanên Komîteya Çandiniyê û got: “Komîteyê semad bi nirxê lêçûnê li cotkaran belav kir û heta niha derdora 150 ton belav kiriye. "

Di dawiyê de Basim Osman îşaret bi xeteriyên ku cotkar pê re rû bi rû dimînin û got: “Cotkarên ku zeviyên wan nêzî eniyên şer in, bi xeteriyê re rû bi rû ne. Rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin. Li rex wê jî mayîn di nav zeviyan de hene. »

(şx)

ANHA