Şêniyên Dêrazorê: Fikrê rêbertî kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e

Şêniyên gundewarên rojhilat ê Dêrazorê got, bi saya fikrê rêbertî herêm ewle bû û tevahî pêkhate bi hev re dijîn. Her wiha destnîşan kir fikrê  rêber Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Şêniyên Dêrazorê: Fikrê rêbertî kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e
12 nîsan, 2022   23:39
DÊRAZOR-FATME EL-EBID

Dewleta Tirk a di sûcên derexlaqî yên li dijî girtiyên siyasî de bi taybet li dijî rêber Ocalan berdewam e. Tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz kiriye û nahêle ne malbat ne jî parêzger pê re bicivin.

Şîrovekarên siyasî diyar dikin ku girêdana tecrîda li ser rêber Ocalan, bi krîzên cîhanê û Rojhilata Navîn re mezin e. Ji ber ku rêber Ocalan di parêznameyên xwe de çareserî ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin, ev jî ne li gorî dewletên kapîtalîst e, di serî de jî dewleta Tirk ku tecrîd giran kiriye.

Têkildarî mijarê endamê Tevgerê Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê Hemze Kihêlat ji ajansa me re wiha axivî: "11 di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, ji bilî projeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye me tu çareseriyên guncaw nedît. Bi saya vê rojeyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û gelek serkeftin hatin bidestxistin."

Kihêlat diyar kir ku fikrê rêber Ocalan herêm ji fitne û nakokiyên neteweyî dûr xist û wiha got: "Lê belê dewletên herêmî û cîhanê şerê vî fikrî dikin, ji ber ku berjewendiyên xwe di domandina aloziyan li Rojhilata Navîn de dibînin. Ew heman dewlet in beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûn."

Kihêlat destnîşan kir ku bi hinceta ku rêbertî, rêberê rêxistineke terorîst e girtin û wiha lê zêde kir: "Em bi saya fikrê rêber Ocalan bi ewle dijîn ku îstîqrar û aştî pêk aniye."

Di dawiya axaftina xwe de Kihêlat wiha got: "Em welatiyên rojhilatê Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê dikoşin û ji bo çareserkirina pirsgirêk ku em hîna azarên wan dikişînin, tê dikoşin."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Menal El-Elî ya ji rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixebite da temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Menal El-Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina tecrîdê şerê ronakbîr û fîlozof rêber Ocalan dike, ji ber ku ji vî fikrî ku gelên herêmê kiriye yek û îstîqrara li herêmê pêk aniye, ditirse.

Menal El-Elî wiha pê de çû: "Dewleta Tirk şerê herêmê dike ji ber ku projeya neteweya demokratîk lê hatiye pêkanîne û bi rêya kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê û ferzkirina ambargoyê siyaseta birçîkirinê da destpêkirin, lê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna xwe li hember van kiryaran sekinî."

Menal El-Elî wiha berdewam kir: "Ev hemû sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li herêmên dagirkirî ji ber bêdengiya rêxistinên mirovî û civata navneteweyî ye ku van kiryaran paşguh dikin."

Menal El-Elî di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgez û qanûnên navneteweyî bixebitin, tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û serbest berdin.

(fr)

ANHA