Li Şerayê avahiyên nû yên mêtîngeriyê tên avakirin

Hêzên dagirker avahiyên nû yên mêtîngeriyê li navçeya Şera ya kantona Efrînê ava dikin.

Li Şerayê avahiyên nû yên mêtîngeriyê tên avakirin
12 nîsan, 2022   14:51
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkaiyên guhertina demografiyaya kantona Efrînê dewam dike. Bi desteka rêxistinên kuwêtî û qeterî avahiyên mêtîngeriyê ava dikin.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundê Cema û navçeya Şerayê de dest bi lêkirina avahiyên nû yên mêtîngeriyê kiriye.

Dewleta Tirk bi lêkirina van avahiyan dixwaze hejmarek mezin a kesên biyanî û malbatên çeteyan lê bi cih bike.

ANHA