Komîteya amadekar banga tevlêbûna meşên li dijî xiyanetê kir

Endamê komîteya amadekar a lidarxistina xwepêşandanên li dijî xiyanetê got, komployên qirêj ên PDK û dewleta Tirk têkoşîna wan lawaz nake û bang li şêniyan kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin.

Komîteya amadekar banga tevlêbûna meşên li dijî xiyanetê kir
12 nîsan, 2022   14:37
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ya ku amadekariyên êrişeke berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê dike, rastî bertekên tund ên gel tê.

Li hemberî vê yekê şêniyên herêma Cizîrê bi diruşma "“Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin”" çalakî dane destpêkirin. Çalakî îro dest pê û dê heta 26'ê vê mehê li tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê dewam bike.

Di vê der barê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û endamê komîteya amadekar a meşan Mahsûm Hesen diyar kir ku hemû çalakiyên hatine bi rêxistinkirin û dê bên bi rêxistinkirin di çarçoveya dewamkirina çalakiya konvedanê ya deriyê sînorê yê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û şermezarkirina xiyanetê de pêk tê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê 5'ê Cotmeha 2021'an bi banga wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûne û ji şermezarkirina hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re konê çalakiyan li deriyê sînor ê Sêmalkaiyê vegirtibû. Çalakiyên li deriyê sînor 111 roj in dewam kirin.

Mahsûm Hesen diyar kir ku ew ê bi hemû vîna xwe li dijî xiyaneta PDK bisekinin, têkoşîna xwe ji bo parastina destkeftiyên gel dewam bikin û got: "Planên PDK'ê û dewleta Tirk me ji armancên me yên dîrokî û meşa li ser xeta şehîdan dûr naxin."

'LI SER TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ BI SIRAR IN'

Masûm Hesen anî ziman ku gelê Kurd li dijî siyasetên hêzên kapîtalîst têkoşîn û berxwedanê dewam dike, dê armancên şehîdan pêk bînin, parastina hebûn û dîroka xwe li Rojhilata Navîn bikin.

Her wha got: "Gelê me di hemû qadan de têkoşiya, gelek plan û komplo têk birin, tevî hemû hewildanan jî hêzên kapîtalîst îradeya me neşikand, hevgirtina gel bi hêzên xwe yên leşkerî re li çiyayên Kurdistanê hemû hewildanên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker têk bir."

'PDK'Ê EŞKERE LI HEMBER VÎNA KURDAN DISEKINE'

Hesen bal kişand ser  hevkariya PDK'ê di planên li dijî Kurdan de û lêkirina dîwarê di navbera Şangal û Rojava û êrişên li ser gerîlayan û got: "Dixwazin bi lêkirina dîwar Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibin, Rojava dorpêç bikin û destkeftiyên Kudistanê bi giştî têk bibin, divê gelê me zanibe ku PDK'ê eşkere li hember vîna gelê Kurd disekine.'`

'EM NIRXÊN XWE JI SIYASETÊN XIYANETÊ BIPARÊZIN'

 Hesen bi domdarî got:"Heger em ne hişyar bin bê guman em ê di qirkirin û komkujiyan re derbas bibin. Divê PDK'ê zanibe ku hebûna wê ji ber têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê  ye, ji ber wê divê dijminatî neke."

Mahsûm Hesen bang li gelê Kurd ê li welat û derveyî Kurdistanê kir ku dakevin qadan û li dijî plan û komployan serî hildin û got: ''Divê em li ser bingeha şerê gel ê şoreşger amade bin.

Her wiha bang li her kesî kir ku tev li meşên li dijî xiyaneta PDK'ê bibin û nirx û rûmeta xwe ji xiyanet û komployan biparêzin.

(şt)

ANHA