​​​​​​​Endamên Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi endamên Meclisa Rêveber re civiyan

Endamên Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Berfireh îro bi endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiyan da ku bend û rêgezên reşnivîsa heyvpeymana civakî nîqaş bikin.

​​​​​​​Endamên Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi endamên Meclisa Rêveber re civiyan
12 nîsan, 2022   12:04
REQA

Civîn li hola civînan a li Navenda Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ket. Di civînê de bendên reşnivîsa hevpeymana civakî hatin nîqaşkirin.

Reşnivîsa hevpeymana civakî ku bi awayekî fermî nehatiye ragihandin, ji girîngtirîn destkeftiyên Rêveberiya Xweser e, ji ber ku li ser bingeha destûra herêmê hat avakirin, maf û erkên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedihewîne.

Tê payîn ku civînên din bi saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên bajarok û bajaran re bên lidarxistin da ku bendên reşnivîsa hevpeymanê werin nîqaşkirin û pêşniyar werin girtin.

Li gorî dadger û endamê Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî Îmad El-Keraf, dê di vî warî de gelek civîn bi sazî û gel re werin lidarxistin.

El-Keraf destnîşan kir ku di 3 mehan de dê hevpeymana civakî ya herêmê bi awayekî fermî were ragihandin.

(şx)