Çekdaran berpirsekî partiya Baas kuşt

Çekdarên nenas li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê berpirsekî partiya Baas kuşt ku hate zanîn ku sîxurê hêzên ewlehiyê ye.

Çekdaran berpirsekî partiya Baas kuşt
12 nîsan, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê çekdarên nenas gule li berpirsekî partiya Baas reşandin û di encamê de hate kuştin.

SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku kesê hatiye kuştin, sîxurê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ye.

Li gel vê bûyerê, hejmara kesên bi rêbazên cuda li Derayê hatine kuştin, gihaşt 108 kesan. Jê 57 sivîl ku di nav de zarok hene, 37 leşkerên girêdayî hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên ‘lihevkirinan’, 7 çekdarên xwecih ku tev li lihevkirinan bûne û tev li tu hêzeke leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê û 5 kesên nenas û endamekî komên alîgirên Rûsyayê hene.

(şx)