Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê berê xwe da sînorê Iraqê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir û dîwar wek ‘goristana gelan’ bi nav kir.

Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
Şêniyên herêma Cizîrê lêkirina dîwarê ‘îxanetê’ şermezar kir
12 nîsan, 2022   12:43
HESEKÊ

Vê sibehê bi sedan şêniyên Hesekê û şêniyên kantona Qamişloyê berê xwe da herêma sînorî ku hikumeta Mistefa Kazimî ya Iraqê li wir di navbera Şengal û Rojava de dîwar lê dike.

Beşdarên çalakiyê wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, Kongra Star, Mala Êzidiyan û YJŞ`ê rakirin û dirûşmên li dijî xiyaneta malbata Barzanî berz kirin.

Dema ku şênî gihîştin herêma di navbrea qezeya Şengalê û navçeya Holê de ku bi dîwar hatiye girtin, mîtîngê dest pê kir. Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Hesekê Samiye Fereh daxuyaniyek bi zimanê erebî xwend û hevserokê PYD`ê şaxa kantona Qamişlo Mesûd Dawûd jî daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa peymana 9`ê Cotmeha 2020`an hat kirin û hat gotin: “Armanca wê peymanê tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bû.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 3 armancên lêkirina dîwar hene û wiha dewam kir: “Ya yekemîn hedefgirtina Şengalê û îradeya gelê wê. Ya duyemîn meşandina terora aborî û siyasî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ya sêyemîn jî derbkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev dîwar bi lihevkirina PDK’ê û hikumeta Iraqê bi perspektîfa dewleta Tirk a faşîst tê lêkirin û bi dîwarê “îxanetê” hate binavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de lêkirina dîwar hate şermezarkirin û hate gotin: “Ev kiryareke faşîst e ku hikumeta Iraqê û PDK bi fermana dewleta Tirk a faşîst pêk tînin. Ev dîwar goristana gelan e, ji ber ku hemû pêkhateyên Şengalê dike hedef û Bakur û Rojhilatê Sûriyê difetisîne.”

(cx)