Gardiyanan li girtîgeha Sîlîvriyê 2 girtî bi hovîtî qetil kirin

Li Girtîgeha Nimreya 5’an a Sîlîvrîyê ya Tirkiyê 2 girtî bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

Gardiyanan li girtîgeha Sîlîvriyê 2 girtî bi hovîtî qetil kirin
12 nîsan, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi sernavê “Em Gazî Wezareta Dadê Dikin! Li Girtîgeha Silîvriyê Çi Qewimiye Eşkere Bikin!” agahiyek wek têbinî ku bi lezgînî ye belav kir.

Di vê daxuyaniya ÎHD’ê de hat diyarkirin girtiyê bi navê Serhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat hînbûn li Girtîgeha Silîvriyê di encama îşkenceya ji aliyê gardiyanan ve pêk hatiye, jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê di vê têbiniya xwe de diyar kir ku malbata Serhat Yilmaz cenazeyê xwe wergirtiye.

ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku ew ê îro saet di 11.00’an de derbarê mijarê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe.