Di 36 saetan de Rûsya li Sûriyê zêdetirî 55 êriş pêk anîn

Di 36 saetên dawîn de balafirên şer ên Rûsya li herêmên çolistana Sûriyê ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin zêdetirî 55 êriş pêk anîn.

Di 36 saetan de Rûsya li Sûriyê zêdetirî 55 êriş pêk anîn
12 nîsan, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di 36 saetên dawîn de balafirên şer ên Rûsya li herêmên El-Sexne ya rojhilatê Humsê, çola Resafe ya gundewarê Reqayê û herêmên din li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin, zêdetirî 55 êriş pêk anîne. SOHR`ê da zanîn ku di êrişan de windahihyên canî û madî çêbûne.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Nîsanê ve bi taybetî êrişên hewayî, li çolistana Sûriyê êrişên Rûsyayê zêde bûne.

Bi vê yekê, ji destpêka Nîsanê ve balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 240 êriş pêk anîne.

(cx)