Eşîrên Kurd û Ereb sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê şermezar kirin

Rûspiyên şêx û eşîrên Ereb û Kurdan ên kantona Şehbayê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin û gotin: "Kesên li herêmên dagirkirî yên bi navên eşîran diaxivin, temsîla xwe tenê dikin."

Eşîrên Kurd û Ereb sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê şermezar kirin
11 nîsan, 2022   13:35
ŞEHBA

Bi dehan rûspî û nûnerên eşîrên Kurdan û Ereban ên kantonên Efrîn û Şehbayê, li pêşiya avahiya Partiya Hevbendiya Niştimanî a Demokrat Sûrî ya navçeya Fafînê kom bûn û têkildarî sûcên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Şêx Xelîl Ebdulmenan Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya şêx û rûspiyan de ev hate gotin: "Em rûspiyên gundewarên Heleb, Şehba û Efrîn ji Şehbaya rizgarkirî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar dikin û soza xwe ya li hemberî welat û zeytûnên wê, nû dikin. Em ê xeta têkoşîna xwe dewam bikin û heta vegera li warên xwe ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, tê bikoşin."

Di berdewamiya hate gotin, li herêmên dagirkirî li Efrîn, Ezaz, Bab, Carablus, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê kesên bi artêşa Tirk re hevkar in û bi navên eşîrên Ereban û Kurdan li wan herêman diaxivin, tenê nûnertiya xwe dikin.

Rûspiyan bang li hemû kesên bi rûmet kirin ku "li dijî Osmaniya dagirker, bisekinin ji ber ku dîrok van helwestên lehengane tomar dike."

Her wiha hate gotin: "Em eşîrên Kurd û Ereb ên li gundewarên Helebê bi hemû pêkhateyên wê, çi kesên bi navên van eşîrên niştimanî diaxivin qebûl nakin û em ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî li ber xwe bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên silavkirina biratiya gelan, têkoşîna li hemberî dagirkeriyê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(eh)

ANHA