Madeya yekemîn a qanûna Erka Xweparastinê hat guhertin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê madeya yekemîn a qanûna Erka Xweparastinê guhert.

Madeya yekemîn a qanûna Erka Xweparastinê hat guhertin
11 nîsan, 2022   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku madeya yekemîn a beşa (D) ji Meclisa Giştî re hat pêşkêşkirin û di civîna hejmar 49 a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser de bi piraniya dengan hat qebûlkirin, li ser pêşniyara Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev made hate guhertin

Malpera fermî ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ragihand, li gorî guhrtinê, kesên ji bo erka xweparastinê hatiye erkdarkirin: Her kesên ji şêniyên herêmê be ku di temenê qanûnî de be ku erka xweparastinê bi cih bîne. Her wiha kesê ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji zêdetir ji sê salan li herêmê bi cih bûye û nasnameya Sûriyê wergergirtine û kesên biyanî û nehatine tomarkirin.

(dx)

ANHA