Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisên herêma Cizîrê re civiya

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn bi Meclisa Rêveber û Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê re li dar xist.

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisên herêma Cizîrê re civiya
11 nîsan, 2022   13:51
QAMIŞLO

Civîn li navenda Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê bi beşdariya nûnerên Meclisa Rêveber, Qanûnsaz û dozgeriyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên ciwanan, hiquqnas û endamên saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin.

Di civînê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: "Piştî demeke dirêj ji nîqaşan, sazkirina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeyaman Civakî ji 158 nûnerên rêxistinên siyasî, civakî û çandî pêk hat."

Foza Yusif ev nirxandin kir: "Komîte ji nûnerên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ciwanan û rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk hat. Di heman demê de  hemû partiyên siyasî dikarîn tev lê bibin. Her wiha beşdarbûna jinan ji sedî 50 e."

'PIŞTÎ CEJNA REMEZANÊ DÊ CIVÎN JI GEL RE WERIN LIDARXISTIN'

Foza Yusif bi domdarî got: "Piştî sazkirina reşnivîsê bi dawî bû, komîteyê biryar da ku civîn ji meclisan re werin lidarxistin da ku têkildarî madeyên hevpyemanê li nêrînên wan jî guhdarî bikin. Lewma me ji herêma Cizîrê dest pê kir. Ev civîn wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin."

Foza Yusif diyar kir ku ew ê piştî cejan Remezanê bi gel re jî bicivin, ji navçeya Dêrikê bigire û heta bi herêma Efrînê. Destpêkê bi meclisan re civiyan û di meha Remezanê de dê bi hevserokên komînan re bicivin, piştre jî bi gel re.

Foza Yusif bal kişand ser plansaziya bi meclisan re û wiha pê de çû: "Meclisên li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê plansaziyekê derxin, da ku bernameyekê li gorî rewşa wan a hundirîn were dayîn û civînên bi gel re bidin destpêkirin."

Foza Yusif destnîşan kir ku beriya reşnivîsa hevpeyaman civakî li ser Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were nîqaşkirin, ew ê bi komîteya berfireh re civîna dawî were lidarxistin, da ku li encamên civînên meclis û gelan guhdarî bikin.

Piştre xwendina reşnivîsa Hevpeyama Rêveberiya Xweser a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê beşdaran ve nîqaş li ser hatin kirin.

(eh)

ANHA