Civîna şêwirê ya duyemîn a MSD'ê li Stockholmê bi dawî bû

Duyemîn civîna şêwirê ya Meclisa Sûriya Demokratîk li paytexta Swêdê Stockholmê bi gelek pêşniyar û encaman bi dawî bû.

Civîna şêwirê ya duyemîn a MSD'ê li Stockholmê bi dawî bû
11 nîsan, 2022   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ragihand ku duh civîna şêwirê ku ji aliyê MSD û hêz û kesayetên demokratîk ên opozîsyona Sûriyê ve li paytexta Swêdê Stockholmê hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de bi dawî bû.

Li gorî malpera fermî ya MSD'ê, civîn di roja xwe ya duyemîn de li ser du beşan hate kirin; a yekemîn bi dirûşma "Ber bi konferanseke hêz û kesayetên demokratîk a opozîsyona Sûriyê ve" pêk hat.

Di civînê de hevserokê MSD'ê Riyad Derar bal kişand ser xebatên ku ev 4 sal e MSD û komîteya amadekar dimeşînin û got: "Me ji sala 2018'an ve 3 forumên diyalogê li dar xistine."

Li ser xebatan Derar got: "Projeya me bi cih û derfetê dest pê kir. Me 6 komxebat li dar xistin. Em ji nêrînên beşdaran sûdê werdigirin da ku însiyatîfa siyasî pêk were."

Li gorî malpera MSD’ê di civîna dawîn de têkildarî civîneke din ku rê li ber serkeftina Konferansa Hêz û Kesayetên Demokratîk vedike, nîqaş hatin kirin.

ENCAMÊN CIVÎNA ŞÊWIRÊ

Li gorî malpera fermî ya MSD'ê encamên civîna duyemîn a şêwirê wiha ne:

"Li ser daxwaza Navenda Olive Palm a Navneteweyî û sponseriya hikumeta Swêdê, di 9-10'ê Nîsanê de bi amadebûna kesayetên demokratîk û nûnerên çend hêzên Sûriyê yên demokratîk, civîna duyemîn a Stockholmê hat lidarxistin. Pêşniyarên ku komîteya amadekar pêşkêş kirine, wiha ne:

- Rewşa Sûriyê piştî şerê ku di Adara 2011'an de ji şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo azadî û rûmetê dûr ket û welat kir herêmeke şerê hêzên serdest û hêzên tundraw û terorîst ên ku şoreş ji rêya xwe ya resen dûr xist. Dabeşkirina axa Sûriyê li ser herêmên ku her diçe ji hev tê veqetandin, hişyariyê dide metirsiya parçebûna demdirêj, heke welatparêz û demokrat ji bo vegerandina yekitiya welat û birêxistinkirina xebata demokratîk, xebatê nekin.

- Dest bi parçekirina mijarên dijwar bikin û li ser prensîba sîstema nenavendî gotûbêj bikin, wekî ketina çarçoveyeke neteweyî ya demokratîk ji bo rêvebirina li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên civakê.

- Gotûbêja rola demokratan di qonaxa bê de, yekbûna wan, awayên civînên wan û pêşketina pratîk ji bo gihandina konferansa wan ku hewl dide amadekariyên baş jê re were kirin, ji bo vegerandina Sûriyê li ser biryara xwe ya nîştimanî.

- Gelek pêşniyarên ji bo xebatê hatin nîqaşkirin.

- Birêxistinkirina civîna bê ji bo gihandina sîstemekê ji bo konferansa tê xwestin, her wiha gotûbêjkirina mijarên din û zelalkirina tiştên ku di vê civînê de hatine gotûbêjkirin.”

Civîna li Stockholmê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Brîtanya û Swîsreyê, kesayetên demokratîk û nûnerên hêzên demokratîk bi sponseriya Saziya Olive Palm ya Navneteweyî li dar ket.

(dx)