Dayika Uveyş li Til Temir û Tebqayê hate bibîranîn

Koodînasyona Kongra Star li Til Temirê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê dayika Uveyş bi bîr anî.

Dayika Uveyş li Til Temir û Tebqayê hate bibîranîn
11 nîsan, 2022   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koodînasyona Kongra Star a navçeya Til Temir ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê dayika Uveyş bi bîr anî.

Endama Koordînasyona Kongra Star Madlîn Ibêd daxuyanî li navenda Kongra Star a Til Temirê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dayika Ocalan jî mînaka dayika wêrek bû. Dayika Uveyş malbata xwe xwedî dikir û her tim zarokên xwe li ser kar û xebateke cidî hişyar dikir, her wiha dihişt ku mafên xwe bi dest xwe bistînin, xwe pêş bixin û bibin xwedî biryar. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya dayika xwe hêza jinan nas kir."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de îsbata xwe kir, heta ne tenê ev qad, lê belê di hevserokatiyê û birêvebirina saziyan de jî."

Kongra Star da zanîn ku jinan li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe ava kir, bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê di cîhanê de deng veda.

TEBQA

Bi heman boneyê endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku ew deyndarên keda dayika Uveyş û rêber Abdullah Ocalan in, lewma divê li hemberî vê wefadar bin.

Endamên saziyên Tebqayê, her wiha rêxistinên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Endama nivîsgehê Nûr El-Hefnê li pêşiya avahiya Kombûna Zenûbiya daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de hate gotin: "Dayika Uveyş mînaka jina azad û xurt a ku serî li hemberî zilmê dananî û zarokên xwe li ser van pîvanan mezin kir. Vê dayikê bi keysayeta xwe rêberekî mezin xuliqand, ew jî li keda dayik û jinan xwedî derket. Li aliyekî din xwedî felsefeya azadiya jinan e ku bi milyonan jin tev li rêya azadî û rûmetê bûne û dibin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Di salvegera 29`emîn a koçkirina jina gewre de, em dibêjin, te ji me re rêberek anî ku ji bo gelê bindest menareya azadiyê ava kir û projeya neteweya demokratîk pêşkêşî me kir. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî em li ser bingeha wê xwe bi rê ve dibin û bû sedem ku jin di civakê de bi rola xwe ya pêşeng de rabin."

Di dawiya daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de wiha hate gotin: "Keda dayika Uveyş û rêber Apo raberî me kir, em deyndarên wê ne û divê em lê xwedî derkevin. Li aliyekî din jî em asta têkoşîna xwe bilind bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin."

(eh)