Çeteyên "Ehrar Şerqiyê" li Mabeta welatiyek revand

Çeteyên "Ehrar Şerqiyê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyên "Ehrar Şerqiyê" li Mabeta welatiyek revand
11 nîsan, 2022   12:08
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji herêma Efrînê ragihand ku çeteyên "Ehrar Şerqiyê" welatiyê bi navê Dildar Îbrahîm Colo yê ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revand.

Çavkanî da zanîn ku çeteya Dildar Colo ji mala wî revandin û birin navenda ewlehiyê ya çeteyan ya li navçeya Mabeta.

Heta niha aqûbeta Colo ne diyar e.

ANHA