​​​​​​​The Times: Fînlanda û Swêd dixwazin bibin endamên NATO'yê

Rojnameya The Times ragihand ku Swêd û Fînlanda dixwazin vê havînê bibin endamên NATO'yê.

​​​​​​​The Times: Fînlanda û Swêd dixwazin bibin endamên NATO'yê
11 nîsan, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên amerîkî ji rojnameya The Times a Brîtanyayê re got: "Rûsyayê şaşiyeke stratejîk kir, ku Fînlanda û Swêd amade ne ku vê havînê bibin endamên NATO'yê.”

Rayedarên amerîkî her wiha got endamtiya her du welatên Skandînavyayê di NATO'yê de, di hevdîtinên hefteya borî yên wezîrên karên derve yên her du welatan û NATO'yê de, hat gotûbêjkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku tê payîn ku Fînlanda di meha Hezîranê de daxwaza endamtiya wê ji bo NATO'yê bike, piştî wê jî Swêd dê heman daxwazê bike.

(dx)