‘Dayikên kurdistanî kesayetên şoreşger û têkoşer ava dikin, dayika Uveyş jî mînaka wê ye’

Dayika Uveyş bi awayekî xwezayî, îsyanek li hember koletî û zîhniyeta desthilat ava kir. Bi kesayeta wê re jinan rêya xwendin û rêbazên şer nas kirin û di kesayetên keç û xortên xwe de çandin. Bandoreke wê ya erênî li ser tevahî dayikên kurdistanî di avakirina kesayetên şoreşger û têkoşer de hebû.

‘Dayikên kurdistanî kesayetên şoreşger û têkoşer ava dikin, dayika Uveyş jî mînaka wê ye’
10 nîsan, 2022   23:41
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Jina Kurd girêdayî xak, rêgezên azadî û çandê ye, rola wê di avakirina civakê de pêşeng e, ew dendika bingehîn e ku bêyî wê nabe, di oxira avakirina malbatê de diweste û tê dikoşe, li kêleka wê jî di kesayeta keç û xortên xwe de taybetmendiyên têkoşer û şoreşger ava dike.

Ev hemû taybetmendî di dayika Uveyş de hene, li rex wê jî di nava civakê de kesayeteke bihêz bû, adat, kevneşopî û jiyana dijwar red dikir. Kesayeta rêber Abdullah Ocalan ava kir, erkên xwe yên dîrokî bi temamî pêk anîn. Ji mirovahî û pêşerojê re nasname û îdeolojî pêşkêş kir, wê çand û taybetmendiyên dayika xwedawend ava kirin, pirek di navbera destpêka dîrok, îro û pêşerojê de ava kir.

Di navbera dayika Uveyş û rêber Abdullah Ocalan de ji biçûkaniya wî de nakokî û şer hebû, şerekî rêvebertiyê ne li dijî rastiya dayikê bû, lê belê li dijî rastiya guherîner a biyanî bû ku hişt dayik û kurê xwe li hember hev du biyanî bin.

Dayika Uveyş li dijî koletî û zihniyeta desthilat îsyanek afirand. Bi kesayeta wê re jinan rêya xwendin û rêbazên şer nas kirin û di kesayetên keç û xortên xwe de çandin. Bandoreke wê ya erênî li ser tevahî dayikên Kurdistanî di avakirina kesayetên şoreşger û têkoşer de hebû.

Rêber Ocalan di parêznameya xwe de dibêje: "Ew ji dayika xwe fêr bûye ku li hember zilmê bê deng nebe, li rastiyê bigere, çewtî û rastiyê ji hev derxe û çi dibe bila bibe, li hember çi kesayet an jî aliyê dijber be, radest nebe."

11’ê vê Nîsanê salvegera 29’an a koça dawî ya dayika Uveyş, dayika rêber Abdullah Ocalan e. Di salvegera koça wê ya dawî de, dayikên gerîlayan da zanîn ku jinan di kesayeta dayika Uveyş de rê û rêbazên berxwedan û çawaniya perwerdekirina keç û xortên xwe li ser perwerdeya rast, nas kirin.

‛EM DEYNDARÊN WÊ NE’

Behiye Sebrî dayika şehîd Zeyneb Hesen (Can Welat), ku xwişka wê Devrim Qamişlo tev li hêzên HPG’ê bû, ku rêya şehîd Can Welat di parastina welat de temam bike. Behiye Sebrî keç û xortên xwe li ser xisletên têkoşerê şoreşgerî perwerde kirin û di keyasetên wan de rihê berxwedan û têkoşer li dijî koletiyê li ser fikrê rêber Ocalan ava kir.

Behiye Sebrî wiha got: "Destpêkê rihme li rihê dayika Uveyş û dayikên aştiyê be ku pêşeng anîn vê dinê. Bi saya wan pêşengan jin û gelên herêmê rizgar bûn. Dayika Uveyş rêberekî mezin anî vê dinê, bi dayikbûna wî re roja zadiyê hilat, ew xwedî projeya neteweya demokratîk û rizgariya jinê ye. Rêbertî di oxira têkbirina zilm û bindestiya li ser gelan têkoşî û tê dikoşe û banga azadiya jinan dike. Em deyndarên wê ne."

‛DAYIKA XWEDAWEBND’

Behiye Sebrî wiha domand: "Ew mînka jina bihêz e ku li hember zilm, urf û adatên kevn ên wê demê disekinî. Her wiha Rêbertî taybetmendiyên dayika Uveyş bi "taybetmendiyên dayika xwedawend" wesif dike."

Rêber Ocalan di felsefeya neteweya demokratîk de doza rizgarbûna jinê pêşkêş kir, da ku civakeke exlaq-polîtîk were avakirin. Girêdayî vê yekê Behiye Sebrî wiha pê de çû: "Rêber Ocalan her tim difikirî ku çi ji dayika xwe re pêşkêş bike ku nûnertiya tevahî jin û dayikan dike. Azadiya jinê ya herî bê hempa bû. Bi wê re artêşek taybet bi jinan ji dayika xwe ava kir, da ku jinan ji êrişên li dijî wan biparêze. Mîna rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êdî bûye nimûne û qibilgefa jina a azad li cîhanê."

Behiye Sebrî rastiya dayikên Kurdistanî bi bîr xist û wiha lê zêde kir: "Dayikên Kurdistanî têkoşîn û berxwedanê diin û bangên azadî û parastina rêgez û nirxên pê bawer dikin belav dikin. Wan xeta berxwedan û têkoşînê bijartin û zarokên xwe li ser vî esasî ava kirin.

Ev yek jî di şoreşa Rojava de eşkere ye. Ji ber em dibînin ku jin li ber xwe dide û di refên şoreşê de pêşengiyê dike. Bi hezaran dayikan kezebên xwe di oxira rizgarkirina xakê de da."

Behiye Sebrî ev tişt li dawiyê got: "Ew hemû berxwedanî û têkoşîn bi saya keda rêber Abdullah Ocalan û dayika Ewêş e. Min jî rêya têkoşînê bijart û di keç û xortên xwe de rihê berxwedan û têkoşînê çand. Min hêza xwe ji dayika Uveyş girt."

‛TÊKILIYEKE NENORMAL BÛ’

Cewahir  Osman dayika du şehîdan û gerîlayekî (şehîd Hozan Hîmo yê şervanê YPG’ê di pêngava Til Hemîsê de şehîd bû, gerîlayê HPG’ê jî li çiyayê Kurdistanê şehîd bû, her wiha gerîlaya HPG’ê Berfîn Hozan di êrişên li hember dijmin de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû).

Der barê têkiliya rêber Ocalan bi dayika xwe re Cewahir Osman wiha got: "Di rastiyê de ne têkiliyeke normal bû. Ji biçûkaniya wî de hin tişt ji dayika xwe fêr bû. Wê jî hişt ku hin tiştan nas bike û bizane û di hundirê wî de şoreşek afirand."

Dayika rêber Ocalan heta radeyeke mezin di hundirê malê de rola bav û dê lîst, van tiştan ji bala rêber Ocalan kişand ku di wê de hêza veşartî ya jinê dît, her wiha tê de rola bandorker di perwerdekirina û avakirina civakê de dît.

Li ser nakokiyên rêber Ocalan di jiyana xwe de jiya ne Cewahir Osman wiha axivî: "Van nakokiyan têkiliya di navbera mêr, jin û zihniyeta heyî de çêkir û bi hevala xwe ku di temenekî biçûk de zewicandine bandor bû. Van nakok, merc û rewşên rêber Ocalan tê de jiya ye, bingehek li gel wî çêkir ku dest bi şoreşê bike û bibe çareyek ji nakokiyên di hundirê civakê de."

Rêber Ocalan bi rêya analîzên xwe zilm û qedexeyên li dijî jinan ên der barê mafên wan ên herî hêsan de eşkere kirin, li kêlek wê jî zihniyeta baviksalarî eşkere kir. Piştî rêber Abdullah Ocalan ji gundê xwe derdikeve û berê xwe dide bajêr, van nakokiyan baş dinase. Hevsengiyekê di navbera jinên gundan de ku hîna cihê wê heye û di navbera jinên bajêr de ji her tiştî mehrûm in, çêdike. Van hemû nakokiyan di kesayeta dayika xwe de dibîne.

‛DIVÊ TOLÊ HINLÎNIN’

Cewahir Osman da zanîn ku dayika Uveyş sembola jinên Kurdistanî bû û hişt jin li ser rêya wê bimeşin ku nifşekî zana ava bikin, nirxên şehîdan biparêzin, parastina rastiya jina Kurd, çand, rêya rast a jinan û exlaqên wan biparêzin û wiha anî ziman: "Jinên ji pêkhateyên din jî bi coşeke bilind tev li têkoşîna jinên Kurd bûn."

Cewahir Osman wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Doza dayikên Kurdistanî ji sedan salan ve heye, hikumetên dagirker ku her tim bikaranîna Kurdan weke ajandeyên ji bo berjewendiyên xwe dibînin, jin ji mafên wan bê par kirin. Ji lew re divê em tolê hilînin û şoreşa Rojava fersendeke ku xwedî lê derkevin û ew jî xwediyên wê ne."

(fr)

ANHA