Hêzên hikumeta Şamê li Qamişloyê welatiyekî Ermen kuşt

Duh bi şev li taxa Wista ya Qamişloyê hêzên hikumeta Şamê gule li welatiyekî Ermen reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên hikumeta Şamê li Qamişloyê welatiyekî Ermen kuşt
11 nîsan, 2022   08:05
QAMIŞLO

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku duh derengiya şevê, welatiyekî Ermen li taxa Wista ya bajarê Qamişlo di encama gulebarana hêzên Sotoro yên girêdayî hikumeta Şamê de, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyan, welatiyê Ermen ê bi navê Melko Nafir serxweş bû û hewl dida bombeyeke destan biavêje maleke li taxê. Li ser vê yekê hêzên Sotoro gule lê reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(eh)