Li Sexneyê 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê êrişî baregehên leşkerî yên li nêzî bajarê Sexne yê li rojhilatê Humsê kir û di encamê de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Li Sexneyê 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin
11 nîsan, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser baregehên leşkerî yên li nêzî bajarê Sexnê yê li rojhilatê Humsê de, 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê li nêzîkî gundê El-Tîbe ya ser bi bajarê Sexnê ve êrişî nuqteyeke kontrolê ya komên Îranê kir.

Her wiha li bajarê Tedmurê hêzên hikumeta Şamê û komên Îranê seferber bûn, ji ber êrişên ji nişka ve yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser baregehên leşkerî yên li herêmê.

Çeteyekî Hêzên Parastina Nîştimanî ji bajarê Sexnê bi sûcê ku bi şaneyên çeteyên DAIŞ'ê re dan û standinê dike, hate girtin. Piştî çend rojan saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê 3 endamên din ên Hêzên Parastina Nîştimanî ji ber heman sedemê girtin. 

(dx)