​​​​​​​RJAK: Rêber Ocalan di têkoşîna dayika Uveyş de têkoşîna jinan zindî kir

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) dayika rêber Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di salvegera wefata wê de bi bîr anî.

​​​​​​​RJAK: Rêber Ocalan di têkoşîna dayika Uveyş de têkoşîna jinan zindî kir
11 nîsan, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dayika rêber Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan 11'ê Nîsana 1993'yan di 75 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya salvegera koça dawîn ya dayika Uveyş, peyamek belav kir.

RJAK’ê di peyama xwe de got: "Dayika Uveyş bîrmendek ji bo gelê Kurd bexşand ku karî li hemberî qirkirina gelê Kurd şoreşê bike. Rêber Ocalan di têkoşîna dayika Uveyş de, têkoşîna jinan zindî kir, rêya azadiyê nîşanî jinan da. Di vê oxirê de jî bi hezaran jin berê xwe dan têkoşîna ji bo azadiyê. Dayika Uveyş yekem dibistan bû ji bo rêberekî ku îro ji bo gelên cîhanê bûye şanazî. Rêber Ocalan bi paradîgmaya nû nîşan da ku divê jin ji bo rizgariya xak, nîştiman û azadiyê pêşengtiyê bikin. Dîroka jinan bi jinan da nasîn.

Rêzdar Ocalan dibêje 'Şoreşa Başûr şoreşa jinan e', ji ber ku di kesayeta jinan de hemû civak tê qirkirin, xak tê dagirkirin. Ji ber ku jin û xak yek rêgezin û dema xak tê dagirkirin, destdirêjî li jinan tê kirin û jin qurbana sereke ya di şerê cîhanê de ye.

Em bejna xwe li ber bîranîna dayika Uveyş ditewînin, hemû dayikên şehîdan û jinên têkoşer, di salvegera koça dawî ya Uveyş de bi bîr tînîn. Ruhê wê şad be."