Rojnameyên erebî: Başaxa rê li ber keysbaziyê digire

Rojnameyên erebî vê sibê îşaret bi rewşa Lîbyayê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û kar û barên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Başaxa rê li ber keysbaziyê digire
Rojnameyên erebî: Başaxa rê li ber keysbaziyê digire
Rojnameyên erebî: Başaxa rê li ber keysbaziyê digire
11 nîsan, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BAŞAXA RÊ LI PÊŞIYA KEYSBAZIYÊ DIGIRE’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Hikumeta Lîbyayê ya nû ku parlamentoyê ew erkdar kiriye, îşaret bi girîngiya xwekontrolkirinê kir.

Hikumeta Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê saziyên nîştimanî yên petrol û Banka Navendî ya Lîbyayê, her wiha saziyên Lîbyayê ji çarçoveya bikaranîna siyasî derkevin û li gorî bingehên nîştimanî kar bikin.”

HÊZÊN SIYASÎ YÊN IRAQÊ JI BO XITIMÎNA SIYASÎ LI RÊYEKÊ DIGERIN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Têkildarî rewşa siyasî ya Iraqê tu nîşaneyên derketina ji xitimînê tune ye. Lewma diyalog piştî ragihandina serokê Koalîsyona Înqaz El-Weten û serokê Tevgera El-Sadir Muqdeta El-Sedir ji bo 40 rojan hate rawesandin. Piştî parlamentoya Iraqê 3 caran di hilbijartinên serokkomariyê de di encama nakokiyên di navbera Tevgera El-Sedir û Çarçoveya Koordînekirî ya şîe de bi bin ket, bloka siyasî ya Iraqê bi xitimîna siyasî re rû bi rû ma."

`LUBNAN LI HEMBER MAFEKÎ DIYARKER E`

Li ser rojeva Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Têkiliyên Lubnan û welatên Kendavê ji nû nû ava dibe, piştî ku balyozên Erebistana Siûdî û Kiweytê Welîd El-Buxarî û Ebdulal Silêman El-Qenaî vegeriyan Beyrûtê da ku dest bi karên xwe yên dîplomatîk bikin.

Sedem û dehfên navneteweyî û yên Kendavê çi dibin bila bibin, lê hêviyek li Lubnanê çêkir. Lihevkirina Lubnanê bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re hemwextî vegera balyozên Erebistana Siûdî û Kiweytê ne tesaduf e. Lê belê di encama hewldanên dîplomatîk e da ku hilbijartin li dar bikevin."

(eh-dx)