Îro li Bexdayê dê dosyaya petrola Başûrê Kurdistanê were nîqaşkirin

Îro li Bexdayê Wezareta Petrolê û şandeyeke hikumeta Başûrê Kurdistanê li hev dicivin da ku dosyaya petrolê nîqaş bikin, bi taybet piştî biryara Dadgeha Federal ya ku qanûna petrol û gazê li Başûrê Kurdistanê ne yasayî ye.

Îro li Bexdayê dê dosyaya petrola Başûrê Kurdistanê were nîqaşkirin
11 nîsan, 2022   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Petrolê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê îro şandeyeke hikumeta Başûr serdana Bexdayê bike.

Wezaretê di daxuyaniya li ser mijarê de da zanîn: “Dê her dû alî li ser dîtina mekanîzmayeke nû ji bo rêveberina dosyaya petrolê, kar bikin. Ji bo guftûgokirina dosyaya petrola herêmê me lijneyeke taybet çêkiriye.”

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şandeya herêmê ji wezîrê kar û narê dan û standinên li gel Bexdayê Xalid Şiwanî, serokê Dîwana Serokatiya Meclisa Wezîran Umêd Sebah, sekreterê Meclisa Wezîran Amanc Rehîm û serokê Fermangeha Hemahengî û Lêkolînê ya li Meclisa Wezîran Ebdulhekîm Xesro pêk tê.