​​​​​​​Rûken Ehmed: Dijmin ji civaka birêxistinkirî ditirse

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed got, dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî bênavbera herêmên Kurdistanê hedef digire. Rûken Ehmed bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dora hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî bicivin ku bersiva êrişên dagirkeriyê bidin.

​​​​​​​Rûken Ehmed: Dijmin ji civaka birêxistinkirî ditirse
7 nîsan, 2022   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê ji ajansa me re nirxandin. Rûken Ehmed  da zanîn ku li hember êrişên dewleta Tirk pêwîstî bi hevgirtinê heye û bang li hikumeta Şamê kir ku tev li diyalogê bibin da ku pêşeroja Sûriyê were misogerkirin. Rûken Ehmed li ser lêkirina dîwarê di navbear Şengal û Rojava de, amadekariyên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên berfireh li dijî herêmên gerîla, helwestên neyênî yên hikumeta Iraqê û tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re axivî.

Têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed wiha got: "Êrişên li ser herêmên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê berdewam in û gelên Ii wan herêman berxwedaniyeke meizn li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker raber dikin. Di heman demê de dewleta Tirk êrişên li dijî herêma Şehbayê ku tê de koçberên li hêviya vegera welat in, berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker her tim bi rêya êrişên xwe hewl dide krîzên xwe yên hundirîn binixumîne û bala raya giştî ya Tirkiyê bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikişîne derve."  

Rûken Ehmed sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemaze li herêmên bi ser sînorê wê ve şermezar kirin û wiha domand: "Şerm e ku dewleta Tirk êrişî herêmên tê de koçber li nêzî warên xwe mane û heta vegerin, bike. Ev yek digel bêdengya navneteweyî û li pêş çavên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya têne kirin. Dewleta Tirk herêmên tê de şênî hene, avahiyên zindî û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku parastina civakê dikin, dike hedef."

Rûken Ehmed îşaret bi rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî kir û wiha axivî: "Divê em ji bîr nekin ku ewlehî û îstîqrara ku tê de gelên herêmê dijîn, bi saya berxwedana QSD’ê ku parastina herêmê ji çi êrişeke dike. Li gel wê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina civakê dike. Divê hêzên navneteweyî vê rastiyê baş bizaninbin. Divê hêzên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berpirsiyariyên xwe rabin û van êrişan rawestînin."

‛DAGIRKER HÊZA XWE JI BÊDENGIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ, RÛSYA Û AMERÎKA DIGIRE’

Hevseroka TEV-DEM'ê  da zanîn ku dewleta Tirk hêza xwe ji bêdengiya civata navneteweyî digre û êrişan pêk tîne û wiha pê de çû: "Heke dewleta Tirk erêkirina ji Rûsya û Amerîka wernegirta nikarî êrişî herêmê bikira. Ji ber wê yekê me helwestên van dewletan şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku xwe bispêre vîna xwe, xwe bi rêxistin bike û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bike."

Li aliyekî din jî dewleta Tirk gelek rêbazan cûda bi kar tîne da ku civakê ji hev bike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 22’yê Adara borî de ragihand ku wan hebên hişbirê bi mîqdara 438 kîloyan girt.

Der barê  vê mijarê û êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Rûken Ehmed ev tişt got: "Beriya demekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn madeyên hişbirê li Qamişlo û Dêrazorê desteser kirin û piştre di 4’ê Nîsanê de navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hedef.

Ev bûyer bi hev ve girêdayî ne, ji ber Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji welatiyên vê xakê ne û parastina gelê xwe ji madeyên hişbir û êrişên li dijî herêmên wan dikin. Ji ber madeyên hişbirê civakê ji hev dixe û vîna wê têk dibe û wê ji armancên wê dûr dixe. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember van siyasetên li dijî civakê disekine."

‛DIVÊ GELÊ ME LI DORA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BICIVE Û DESTEKÊ BIDIYÊ’

Hevseroka TEV-DEM'ê îşaret bi girîngiya hevgirtina gel kir û wiha got: "Divê gelê me bi taybet ciwan li dora Hêzên Ewlekariya Hundirîn bicive, destekê bidiyê û tev li refên wê bibe ku xwe ji êrişên hundirîn û derve biparêze. Ji ber ku dagirker ji rêxistinkirina civakê bi taybet rêxistina ciwanan ditirse, dema hêza ciwanan dibe yek tê wateya ku pêşeroja ewlehî ya civakê misoger dibe. Em teqez dikin ku siyasetên wê bi ser nakevin."

‛DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ BI RÊVEBERIYA XWESER RE BICIVE’

Rûken Ehmed li ser bêdengiya hikumeta Şamê, siyasetên wê yên derbekirina îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ku di 20’ê Çileya borî de pêk hatibû, rola hikumeta Şamê di derxistina fitneyan li herêmê, hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya wê li ser vê yekê, axivî û ev tişt got: "Ya yekemîn divê hikumeta Şamê vê yekê baş bizanbie ku hêzên li Sûriyê tu sûdê li wê nakin, divê baş bizanibe ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirin û hêza ku wan diparêze heye, ji ber wê divê bi Rêveberiya Xweser re li ser maseya diyalogê bicive, da ku Sûriyeke pêşerojê ava bibe, tê de edalet û wekhevî hebe, çeteyên heyî bi pereyan hatine biçekkirin û mirov nikare pişta xwe bide wan. Divê hikumeta Şamê vê yekê baş bizanibe ku bêdengiya wê ya ji êrişan nakeve ne xizmeta Sûriyê ne jî xizmeta hikumeta wê."

‛HÊZÊN GERÎLA HÊZA PARÊZVAN LI HEMBER ÇI ÊRIŞEKÊ YE’

Der barê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ku ji 24’yê Nîsana 2021’an ve dest pê kirine û bandora wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed wiha got: "Ji nêzî 30 salî ve dagirkeriya Tirk baregehên xwe li herêmên Başûrê Kurdistanê ava kirine, bi kîjan mafî ev baregehên leşkerî li xaka Iraqê û Başûrê hatin avakirin û li hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanî venegere. Dagirkeriya Tirk ji 30 salî ve êrişî herêmên Başûr dike."

Li ser vê yekê Rûken Ehmed bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt got: "Divê gelê Başûrê Kurdistanê baş bizanibe ku çawa rejîma Sedam li herêmê têk bir, dê bikaribe bi vîna xwe hêzên dagirkeriya Tirk ji herêmê derxe. Ji ber ku hebûna van baregehan xeteriyeke mezin li ser herêmê ye. Divê welatiyên Başûr û hikumeta Iraqê vê yekê baş bizanibin heke HPG’ê lawaz bibe dê bandoreke neyênî li Başûr û Iraqê jî çêke, her wiha dê bandorekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çêke. Ji ber hêzên gerîla ne tenê gelê Kurd diparêze û ne hêzeke taybet bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, lê belê hêzeke tevahî gelên cîhanê û civakê ji êrişên dewleta Tirk ku hewl dide desthilata Osmanî vegerîne, diparêze."

Her wiha Rûken Ehmed ev tişt anî ziman: "Divê gelê me yê li Başûrê li hember êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe mertalek, mîna çawa welatiyên herêmên Bamernê û Amediyê nehişt dijmin bi pêş de were. Hêviya me bi gelê me yê Başûr mezin e. Ji ber dîrokeke wî ya berxwedanê ya mezin heye, bi taybet pêşmergeyên dêrîn ku nehêlin dewleta Tirk projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne û nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe."

‛SIYASETA LÊKIRINA DÎWAR BI ARMANCA QIRKIRINA GELÊ ÊZIDÎ YE’

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed behsa dîwarê ku Iraq di navbera Şengal û Rojava de lêdike, kir û wiha bi dawî kir: "Armanca wê qirkirina gelê Şengalê ku xwe bi rêxistin kiriye. Gelê Şengalê ne mîna berê ye, yekîneyên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ava kiriye. Divê helwesteke tund der barê van planan de nîşan bide, di heman demê de divê em ji van siyasetan hişyar bin û rêxistina xwe xurt bikin û li hember siyasetên li dijî civakê tên ferzkirin, bisekinin."

(fr)

ANHA