Tevgera Nehda ya li Tûnisê dixwaze hêviyên Erdogan vejîne

Di dema dawî de desthilata Tûnisê dawî li tevgerên Tevgera Nehda Îxwanî anî, ev yek hişt ku serokkomarê dewleta Tirk Erdogan bikeve serferberiyê û daxuyaniyekê bide ku tûnisî wê daxuyaniyê red dike. Nivîskar û şîrovekarekî siyasî yê tûnisî Nîzar El Celîdî dibêje, armanc ji tevgerên dawî yên "Nehda" careke din nefesê bide Îxwan û alîkarê wê yê sereke Erdogan. Nivîskar, îslama siyasî û tevgera Îxwan weke penceşêrê bi nav kir.

Tevgera Nehda ya li Tûnisê dixwaze hêviyên Erdogan vejîne
8 nîsan, 2022   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL -HEBÎB

Serokê Tûnisê Qeyîs Sieyîd Çarşema borî ragihand ku piştî çend mehan ji sekinandinê, wan dawî li parlamantoyê anî ku TevgeraEl -Nehda ya Îxwanî serweriya wê dike,.

Serokê Tûnisê ji bo gelê Tûnisê de got: "Me ev biryar da ji bo em parastina dewlet, sazî, welat û gelî biknin. Ew biryara jî li gor beşa 72 a destûrê pêk hatiye ku dibêje, serokê komarê serokê dewletê ye, sembola yekitiya wê ye, parastina serxwebûna wê û berdewamiya wê dike û li ser parastina destûr şiyar dimîne."

Ev gav û biryara serokatî weke bersivekê ji bo civîna parlemantoya sekinandî hat ku tê de zêdetirî 100 nûner amade bibûn. Parlamanteran pêşnumeya ku hemû rênimayên Qeyîs Esîd di havîna borî de dabû bên betalkirin, erê kirin.

Serokê Tûnisê jî diyar kiribû ku civîna parlemantoya sikinandî weke komployekê li ser ewlehiya welat e û gotibû: " Tişta ku ew niha dikin û wê bikin, tu nirxekî wê yê yasayî tuneye."

TEVGERÊN DERBEYAN JI BO BIDESTXISTINA NEFESÊ

Nivîskar û şîrovekarê tûnisî, Nîzar El Celîdî, ji ajansa me re behsa vê mijarê kir û got: "Tevgerên El-Nehda û bangên wê ji bo civîna parlamantoya rawestandî di bin sîwana yasaya 80 ji destûrê, tevgereke derbeyî ye dixwazin nefes bigirin û careke din bawerî ji alîkarên xwe taybet ji Îxwan El-Muslimîn û rêxistina Îxwan bigirin.

Her wiha ev tişt lê zêde kir: "Tevgera El- Nehda, dixwaze nefes bide tevgera Îxwan El-Muslmîn li Lîbyayê û alîkarê wan ê sereke Erdogan rizgar bikin, lê ev gav rastî bersiveke tund ji aliyê serok Qeyîs Sieydî ve hat. Yekem dawî li parlamantoya Tûnisê anî û banga ji bo hilbijartinên qanûnsaz kir ku divê di 17'ê Mijdarê pêk bên.

Ya duyem jî, bersiva gel a mezin a li dijî Tevgera Îxwan, sîstem û parlamantoya wan a binkeftî yeku welat ber bi aloziyên aborî ve bir, her wiha hişt Tûnis navenda xwe ya dîplomatîk li ser asta Rojhilata Derya Spî ji dest bide."

'ERDOGAN DESTWERDAN DIKE Û TÛNIS RED DIKE'

Derbarê desteka ji bo wan tevgeran de nivîskarê Tûnisî got: "Li hundir dilrehetî derbarê wan tevgeran de tune, li derve jî xeta navneteweyî ya dijî teror û Îxwan El-Muslimîn e.

Tenê yên di refa Ixwan EL Mislimîn de alîkarî didin vê yekê, taybet Tirkiyê û Qeterê. Erdogan weke zarokan daxuyanî da û xwest destwerdan di karûbarên Tûnisê de bike, lê bersiva gel tund bû, daxuyaniya fermî jî eşerke bû. Her wiha daxuyaniyên dostên Tûnisê jî hebûn mîna daxuyaniya Fransayê."

Erdogan vegeriya şêwazê xwe yê berê yê destwerdana di karûbarên welatên Ereb û Misilman de dike, vê carê jî jî derbarê betalkirina parlamantoyê de rexne li Tûnisê kir.

Serokê Tûnisê jî bersiveke bi lez da daxuyaniyên Erdogan û got ku ew naxwazin tu alî destwerdan di karûbarên welat de bike.

Wezareta karê derve ya Tûnisê jî roja Sêşemê matmayîbûna xwe ji daxuyaniyên Erdogan anî ziman.

Wezareta karê derve ya Tûnisê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya Facebookê belav kir got: " Em van daxuyaniyan qebûl nakin, li dijî pîvanên her du welatan û gelan e her wiha li dijî rêzgirtina du alî ya di navbera welatan de ye."

Ji aliyê xwe ve wezîrê karê derve yê Tûnisê Osman El-Cirindî roja Çarşemê li ser tiwîtera xwe got: " Min bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mewlûd Çawûşoglor re peywendî kir û min bang li balyozê Tirkiyê kir û min redkirina welatê xwe ji daxuyaniyên Erdogan re anî ziman."
Wezîrê karê derve yê Tûnisê ji hempîşeyê xwe yê Tirk û balyozê wan re got jî: "Têkliyên her du welatan divê li ser bingeha rêzgirtina li biryarên niştîmanî û daxwaza gelê Tûnisê be, em rê nadin ku di mihara rêya me ya demokratîk de guman çêbibe."

'ÎSLAMA SIYASÎ Û ÎXWAZN WEKE PENCEŞÊRA GEL IN

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Tûnisî di dewama axaftina xwe da bal kişand ser îslama siyasî û got:" Îslama siyasî metirsî û penceşêr e, tenê bi rêya avakirina civakên bi hêz mirov dikare li dijî wan li ber xwe bide. Îxwan El-Muslimîn penceşêra gel in, em weke Tûnisî me qonaxa 10 salan ev tişt dît, 10 salên tarî, zilim, paşketin û paşverû. 10 sal li ser ziyangihandina bi welat û hêz û civaka Tûnisê.

Di dawiyê de nivîskar Nîzar El Celîdî got: "Projeya Îxwan El- Muslimîn ji bo Tûnis û herêmê wêranker e, dixwazin hevsengiyên li Cezayîrê jî têk bibin. Îxwan El- Mislimîn di derxistina tevliheviyê li Lîbyayê jî bi ser ket, lê li heta niha li Cezayîrê bi ser neketine."

(şt)

ANHA