Mihemed El-Zayid: Lihevkirin şanoyeke binketî ye

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê yê Dêrazorê Mihemed El-Zayid diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" ew e ku ji diyalogan bireve û temenê aloziyê dirêjtir bike. El-Zayîd got, "lihevkirin" şanoyeke binkeftî ye û çareserî bi diyalogan pêkan e.

Mihemed El-Zayid: Lihevkirin şanoyeke binketî ye
8 nîsan, 2022   05:35
DÊRAZOR – FATMA EL-EBID

Hikumeta Şamê dixwaze tevahî cîhanê bi siyaseta "lihevkirinan" bixapîne û wekî baştirîn çareserî ji aloziya Sûriyê re nîşan bide. Her wiha hewl dide bi rêya wan ji cîhanê re îsbat bike ku hemû kesên "lihevkirinan" çêdikin, terorîst in. Lê ev yek piştî binketina wê li Dera û herêmên din hate eşkere kirin.

Di vê derbarê de Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Mihemed El-Zayid ji ANHA`yê re axivî û got, "lihevkirinên" ku hikumeta Şamê pêk tîne ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye.

Mihemed El-Zayid diyar kir ku sedema dirêjbûna temenê aloziyê rejîma Şamê ye ku bi zihniyeta xwe ya desthilatdariyê û neqebûlkirina aliyên din ve girêdayê ye û got: "Rejîma Şamê nizane ku girêdana bi vê hişmendiyê ve, ji zêdetirî 11 salan ve jiyana welatiyên sûrî di hemû qadan; aborî, leşkerî, civakî û ewlehî de, hilweşand."

 ‘BI DIYALOGÊ MIROV DIKARE SÛRIYEKE NÛ AVA BIKE‘

Mihemed El-Zayid îşaret bi girîngiya diyalogan navxweyî kir û got, hikumeta Şamê ku diyalogan red dike sedema sereke ya dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye, ji ber dizane ku diyalog dê aloziya welat çareser bike û ev jî ne li gorî siyaseta wê ya desthilatdariyê ye.

El-Zayid bi domdarî got: "Em di wê baweriyê de ne ku bêyî diyalogên di navbera hemû aliyan de û bêyî nivisandina destûreke nû ji welat re, her wiha bêyî serbestberdana girtiyan û vegera koçber û penaberan aloziya Sûriyê dê bidawî nebe. Dema ev hemû pêk werin wê demê em dikarin Sûriyeke nû ava bikin."

 ‘LIHEVKIRIN ŞANOYEKE BINKETÎ YE‘

El-Zayid diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" belavkirina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de, girtina kesên ku "lihevkirinan" çêdikin û şandina wan ber bi eniyên şer weke ku çawa li Dera û herêmên din kir.

El-Zayid destnîşan kir ku "lihevkirin" şanoyeke demkî binketî ye û ev tişt anî ziman: "Em destekê didin îradeya gelê me di guhertina aştiyane û projeya neteweya demokratîk de bi rêya diyaloga ku nûnertiya îradeya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dike.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê yê Dêrazorê Mihemed El-Zayid got, lihevkirin" projeke nû ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye û reva ji diyaloga ku çareseriyekê ji aloziyê re bibîne. Her wiha destnîşan kir ku mînaka binketina vê siyasetê jî binpêkirinên ku hikumeta Şamê li Derayê ne ku "lihevkirin" lê pêk anîn.

(bx)

ANHA