Cebhet El-Ekrad du fermandarên xwe di 6`emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn

Hêzên Cebhet El- Ekrad du fermandarên xwe; Bakur û Yûsif Ebû Nûr ku di berxwedana Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Cebhet El-Ekrad du fermandarên xwe di 6`emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn
7 nîsan, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha ragihandinê ya hêzên Cebhet El- Ekrad daxuyaniyek da û tê de du şehîdên xwe Bekur û Yûsif Ebû Nûr ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de şehîd bûbûn, bi bîr anî. Daxuyanî wiha ye:

"Di ser şehadeta her du fermandarên hêzên Cebhet El- Ekrad Bakur û Yûsif Ebû Nûr ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku di 7'ê Nîsana 2016'an de di şerê li dijî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûne, 6 sal derbas bûn.

Di salvegera şehadeta we de, em soza xwe nû dikin ku em xwîna we û hevrêyên we yên ku ji gelê me rêya rizgarî û hêviyê vekirine ji bîr nakin. Em soz didin we ku rêya we bidomînin û berxwedana we bikin ronahiyeke ku rêya me ronî bike.

Di vê roja şehadeta we de em her sal biryara xwe nû dikin û soz didin ku li hember hemû zehmetiyan bi ser bikevin û armancên we pêk bînin."

(dx)