Hemleya paqijkirinê ya ku TEV-DEM ragihandiye gihaşt gundê Um El-Firsan

TEV-DEM hemleya paqijkirinê ya bi dirûşmeya "Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye", îro li ser rêya gundê Um El-Firsan a kantona Qamişlo dewam dike.

Hemleya paqijkirinê ya ku TEV-DEM ragihandiye gihaşt gundê Um El-Firsan
7 nîsan, 2022   10:31
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Kedkaran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi dehan şêniyên bajêr beşdarî hemleya paqijkirinê bûn. Beşdaran ji rêya gundê Um El-Firsan a rojhilatê Qamişlo dest pêk kir û ber bi  kolan û qadên sereke ve çûn.

28`ê Adara derbasbûyî taxên Enteriyê, Qenat El-Siwês û Cumayê yên bajarê Qamişlo hatin paqijkirin û  îro jî gihaştin rêya gundê Um El-Firsan.

Piştî paqijiya kolan, qad û rê bi dawî bûn endama rêveber a Yekitiya Kedkaran a Kantona Qamişlo Şehnaz Hemo axivî û îşaret bi girîngiya paqijkirina civatê ji bajarê xwe re kir.

TEV-DEM 28`ê Adara derbasbûyî li kantona Qamişlo dest bi hemleya paqijkirinê kir, da ku vê çandê di nav civakê de xurt bike.

(eh)

ANHA