Di zindanên dewleta Tirk de girtiyekî din hate qetilkirin

Mehmet Sevînç ku 28 sal e di zindanên dewleta Tirk de girtî bû, di hucreya yekkesî de jiyana xwe ji dest da.

Di zindanên dewleta Tirk de girtiyekî din hate qetilkirin
7 nîsan, 2022   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Sevînç ku 28 sal e girtî bû. Sevînç di Girtîgeha Akhîsarê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê de hate qetilkirin.

Li gorî MA’yê di 3’yê Nîsanê de saet di 03.00’an de dema gardiyan çûne qawîşa yekkesî, dît ku Sevînç xeriqiye. Piştî ku Sevînç rakirin nexweşxaneyê derket holê ku xwîn ketiye ser mejiyê wî û ew emeliyat kirin.

Malbat bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê bû. Îro saet di 11.00’an de leşkeran agahî da malbatê ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye û ji bo otopsiyê cenazeyê Sevînç rakirin morgê.

‘BAVÊ MIN KUŞTIN’

Keça wî Bêrîvan Sevînç agahî da ji MA’yê re axivî û got: “Bavê min xistine hucreya yekkesî û ew li wir kuştine. Tu agahiyê nadin me. Em nizanin çima hatiye kuştin û çi hatiye serê wî. Ne bijîşkan lê leşkeran agahiya mirinê da me.”