Talet Yunis: Lêkirina dîwarê di navbera Şengal-Rojava de pêkanîna siyaseta parçekirinê ye

Talet Yunis diyar kir ku avakirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, encama tirsa ji fikrê demokratîk û biratiya gelan e, lewma dixwazin Şengalê dorpêç bikin û siyaseta parçekirinê bi cih bînin.

Talet Yunis: Lêkirina dîwarê di navbera Şengal-Rojava de pêkanîna siyaseta parçekirinê ye
7 nîsan, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ajansa me hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yunis kiribû mêvanê bernameyê, da ku behsa dîwarê ku hikumeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lê dike û armancên wê bike.

Talet Yunis di destpêka axaftina xwe de got, avakirina dîwar, berdewamiya siyaset û hişmendiya ku  Kurdistan dagir kiriye û li dijî gelê ji bo azadiya xwe tê dikoşe, şer dike ye.

Yunis di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi êrişên hovane yên 2014`an ên çeteyên DAIŞ`ê li dijî civata êzidî pêk aniye, kir û wiha axivî: "Gelê Şengalê rastî gelek komkujiyan hatin, ji ber vê yekê niha rêveberiya xwe ya xweser xurt dikin, da ku li dijî hemû êrişên bi armanca qirkirinê bisekinin. Lewma Rêveberiya Xweser ji bo wan girîng e."

Talet Yunis diyar kir ku hikumeta Iraqê vê rêveberiyê û vîna gelê Şengalê nas nake û qebûl nake rêxistinek hebe xizmeta mayindekirina wan bike û li herêmê jiyaneke demokratîk ava bike.

Talet îşaret bi tevkariya di navbera hikumeta Iraq, PDK û dewleta Tirk a dagirker a derbarê dijminatiya li hemberî gelê Şengalê û siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan de kir û got: "Lêkirina dîwar beşek ji peymanên bi erêkirina dewleta Tirk a di navbera her du hikumetan de hatine îmzekirin e."

9`ê Cotmeha 2020`an hikumeta Iraqê bi serkêşiya serokê meclisa wezîran Mistefa Kazimî ku dema erkdariya wî bi dawî bûye û PDK`ê, têkildarî Şengalê peymanek mohr kirin. Hinceta vê yekê jî ew bû ku li herêmê kar û barên rêxistinî û ewlehiyê bi rêxistin bikin, lê wê demê civata êzidî ev peyman red kir û bi "fermana bi navê qanûnê" bi nav kirin.

'LÊKIRINA DÎWAR PÊKANÎNA SIYASETA PARÇEKIRIN Û DORPÊÇKIRINA ŞENGAL E'

Talet Yunis diyar kir ku lêkirina dîwar pêkanîna siyaseta parçekirinê ya ku sîstemenên desthilat li herêmê didin meşandine, armanc jê jî dorpêçkirina Şengal û girtina hemû dergehan e.

2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, YPJ û YPG`ê koorîdoneke mirovî vekir û bi sed hezaran êzidiyên ku xwe spartin çiyayan, rizgar kirin.

Yunis ev li axaftina xwe zêde kir: "Dema em behsa amborgo dikin, di heman demê de îşaretê bi siyaseta înkarkirinê ya ku hikumeta Iraqê li dijî civata êzidî û rêveberiya wê ya xweser pêk tîne, dikin û ev jî xeteriyeke mezin li ser Şengal û gelê wê çêdike. Bi nêrîna me lêkirina dîwar berdewamiya êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker e."

'JI FIKRÊ DEMOKRATÎK DITIRSIN'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yunis anî ziman ku sîstemên desthilat hesaban ji fikreya demokratîk dikin û ev lê zêde kir: "Ji ber ku ji vîna azad û demokratîk ditirsin, her wiha ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê rêveberiyên xwe yên xweser û sîstemên parastinê ava kirine, jê ditirsin."

Yunis bal kişand ser baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker mudaxeleya biryara siyasî ya Iraqê dike û êrişên leşkerî li dijî Şengal û Çiyayên Kurdistanê pêk tîne, li hemberî van êrişan jî hikumeta Iraqê bê deng e."

'TIRKIYE SEBEBA ALOZÎ Û TERORA LI CÎHANÊ YE'

Talet Yunis got, sedemên aloziya li herêmê û bi taybet li Iraqê û binketina avakirina hikumetê û hilbijartina serokkomariyê, destwerdana dewleta Tirk ji kar û barên Iraqê re ye. Her wiha sedema ku terorîst gefan li cîhanê dixwe jî dewleta Tirk e, ji ber ku destekê dide komên çete û di serî de DAIŞ`ê.

'VÎNA AZAD YEKANE RÊYA XELASIYA JI SIYASETÊN DIJMIN E'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yunis destnîşan kir ku yekane rêbazê sekina li dijî siyasetên dijminane yên ku projeya demokratîk dikin armanc, vîna azad a gelan e.

Yunis wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê şêniyên Şengalê têkoşîna xwe dewam bikin, da ku armancên  rêveberiya xwe ya xweser mîsoger bikin û projeya xwe ya demokratîk bi pêş bixin."

(eh)

ANHA