Bi dîmen encamên topbarana dewleta Tirk li ser Zirganê

Ajansa me encamên bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê El-Esediyê yê bakurê navçeya Zirgan a kantona Hesekê, bi dîmen belge kir.

7 nîsan, 2022   09:33
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran gundê El-Esediye yê navçeya Zirgan a kantona Hesekê topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û navên wan jî wiha ne: Mehmûd El-Zahîr (42), Berai Mehmûd El-Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El-Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El-Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17).

Nûçegihanê me diyar kir ku ji topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê El-Esediyê û derdora bakur û rojavayê navçeya Zirganê, ziyanên madî yên mezin giha mal û milkên welatiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina herêma Serêkaniyê 9'ê Cotmeha 2019'an ji aliyê dewleta Tirk ve, navçeya Zirgan û gundên wê û navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê rojane rastî bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

(dx)

ANHA