Serokê Yemenê avakirina meclisa serokatiyê ragihand

Serokê Yemenê Ebidrebbo Mensûr Hadî avakirina meclisa serokatiyê û veguhestina hemû mafên xwe ji bo wê ragihand, da ku li gorî destûrê û însiyatîfa Kendavê erka qonaxa demkî temam bike.

Serokê Yemenê avakirina meclisa serokatiyê ragihand
7 nîsan, 2022   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yemenê Ebidrebbo Mensûr Hadî vê sibê biryara avakirina meclisa serokatiya ku hemû mafên xwe li gorî destûr, însiyatîfa Kendavê û mekanîzmeya pêkanînê radestî wê bike, ragihand. Her wiha biryara efûkirina cîgirê xwe Elî Muhsin El-Ehmer ji peywira wî da.

Ajansa Nûçeyan a Yemenê (Seba) eşkere kir ku li gorî daxuyaniyê Meclisa Serokatiyê ya nû ya Yemenê di dirêjahiya qonaxa demkî de ew ê di warên siyasî, leşkerî û ewlehiyê de dewletê bi rê ve bibe.

Di heman demê de ew ê Meclisa Serokatiyê têkildarî agirbestê, diyalogan bi "Koma Ensarellah El-Hûsî" re li dar bixe.

Reşad Mihemed El-Ilêmî û 7 endamên din meclisê bi rê ve dibin ku ew jî; Sultan El-Erade, Tariq Salih, Ebdurehman Ebû Zera, Ebdullah El-Ilêmî, Osman Meclî, Îdros El-Zibêdî û Ferc El-Behsenî ne.

Wîlayeta meclisa serokatiyê li gorî çareseriya siyasî û biryara aştiyê ya li hemû Yemenê bi dawî dibe, li gorî wê divê qonaxa demkî û xwestekên wê diyar bike yan jî divê li gorî destûra nû hilbijartinên giştî li dar bixe û serokkomarekî nû erkdar bike.

(eh)