Rojnameyên erebî: Tunis têkildarî daxuyaniya serokkomarê Tirk balyozê Enqereyê vexwend

Rojnameyên erebî vê sibê îşaret bi rewşa siyasî ya li Iraqê, têkiliyên dîplomatîk ên Tunis-Tirkiye û agirbesta Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Tunis têkildarî daxuyaniya serokkomarê Tirk balyozê Enqereyê vexwend
Rojnameyên erebî: Tunis têkildarî daxuyaniya serokkomarê Tirk balyozê Enqereyê vexwend
Rojnameyên erebî: Tunis têkildarî daxuyaniya serokkomarê Tirk balyozê Enqereyê vexwend
7 nîsan, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ISRARA BARZANÎ LI SER YEKALÎKIRINA PARA KURDAN LI HUNDIRÊ HERÊMA KURDISTANÊ VEDIGERE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Nakokiyên di navbera her du partiyên sereke yên Kurd ên li ser peywira taybet bi Kurdên di hundirê sîstema Iraqê de, bû sedem ku alozî di qada siyasî ya Kurdistanê de nexasim bi destpêkirina krîza her du aliyan a der barê hilbijartinên qanûnsaz a li herêma bakurê Iraqê de çêbe.

Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku kiryarên li hundirê Kudistanê rû didin, pêşbînkirî bûn ji ber ku PDK`ê ya bi serkêşiya Mesûd Barzanî israra komkirina hemû desthilatan dike, her wiha peymana bi Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanî (YNK) ya der barê serokkomariya Iraqê de binpê dike.

Van aliyan her wiha got malbata Barzanî ku li hundirê herêma Kurdistanê serokatiya herêm û hikumetê dikin û îro hewl didin peywira serokkomariyê û erkên din ên li hundirê Iraqê bi dest bixin, ev jî dihêle hêzên siyasî yên Kurd tev bigerin û sînorekî ji vê rêgehê re deynin.

Aliyan destnîşan kir ku hêzên siyasî yên Kurd, di serî de YNK xuya ye biryar daye ku li dijî hegemonyaya PDK`ê bisekine û gavên destpêkê jî guhartina qanûna hilbijartinê û Komseriya Hilbijartinan e.

Yekitiya Nîştimanî duh banga guhartina qanûna Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û referanduma herêmê kir, her wiha herêma Kurdistanê bibe 4 herêmên hilbijartinê û lîsteya bernamzetan jî were nûkirin, ji ber ku ferqekeke mezin di navbera lîsteya 2018`an û ya dawîn de heye.

PDK`ê li ser asta qanûnên hilbijartinan guhartinê red dike, ji ber ku sîstema yek herêm xizmeta mana hegemonyaya wê ya di parlamentoya herêmê dike û partî dixwaze hilbijartin di dema diyarkirî de li dar bikevin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku heta niha tu nîşaneyên çareserkirina mijara hilbijartinan tune ne, ji ber ku her aliyek parastina helwesta xwe dike û nuqteya derbaskirina vê aloziyê, lihevkirina li ser serokkomariya Iraqê ye."

‘TUNISÊ BALYOZÊ DEWLETA TIRK VEXWEND’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Wezarata Karên Derve ya Tunisê duh têkildarî protestokirina daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku bi tundî biryara hempîşeyê tunisî Qeys Seîd a hilweşandina parlamentoyê rexne kiribû, balyozê Enqereyê yê li welat vexwend.

Duh serok Seîd li ser daxuyaniyên serokkomarê Tirk ragihandibû ku Tunis li ser bingeha vîna gelê xwe yê serbixwe û dûrî destwerdanên biyanî, xwedî serwerî ye, lewma mudaxeleyên derve red dike.

Bi mijarê ve girêdayî, partiyên siyasî û rêxistinên civata sivîl daxuyaniyên serokkomar ên têkildarî hilweşandina parlamentoya cemidandî red kir û ew wekî mudaxeleyeke biyanî ya ji kar û barên hundirîn re bi nav kirin. Lewma banga rawestandina van kiryaran û piştrastkirina serweriya Tunis û serxwebûna biryara wê ya siyasî kir."

‘TÊKILDARÎ AGIRBESTÊ NEREHETIYEKE NETEWEYÎ HEYE’

Der barê kar û barên Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Nûnerê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg duh li ser agirbesta li Yemenê fikarên xwe anî ziman û got erka berpirsyariyê dikeve ser milê heman aliyan. Şêwir dê heta dawiya Gulanê dewam bike da ku diyalogên siyasî bi ser bikevin û agirbest pêk were.

Li aliyekî din jî di dirêjahiya 6 salên derbasbûyî de, li Yemenê ev yekemîn agirbest e.”

(eh)