Êrişên domdar ên DAIŞ`ê û bêdengiya navneteweyî xeteriyên li ser herêmê zêde dikin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên domdar ên çeteyên DAIŞ`ê, taybet ligel paşguhkirina civaka navnetewî ji bo darizandina çeteyan û avakirina dadgeheke nevnetewî bi fikar in.

Êrişên domdar ên DAIŞ`ê û bêdengiya navneteweyî xeteriyên li ser herêmê zêde dikin
7 nîsan, 2022   07:37
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Sal bi sal metirsiya kampa Holê ya 45 km li Rojavayê bajarê Hesekê ye zêdetir dibe. Nexasim ku çeteyên DAIŞ'ê herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji Serêkaniyê heta Idlibê weke stargeh dibînin.

Sala 2021`ê ji salên herî zêde ku sûc li kampa Holê hatine kirin, li wir 126 sûcên kuştinê, 41 hewldanên kuştinê, 13 kon hatin şewitandin û zêdetirî 27 hewldanên revê çêbûn.

28`ê Adara derbasbûyî şaneyên DAIŞ`ê êrişî dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê kiribûn.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Reca El-Mihemed metirsiya xwe der barê kampa Holê de anî ziman û got: "Kampa Holê jî wekî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran metirsiyeke mezin li herêmên me çêdike."

Çeteyên DAIŞ`ê 20`ê Çileya derbasbûyî êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kiribûn, şervanên QSD`ê bersiva wan êrişan dan. Di encam de derdora 373 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, 121 şervan û karmendên girtîgehê şehîd bûn.

Reca El-Mihemed bang li civata navneteweyî kir ku dosya DAIŞ`ê çareser bike û sînorekî ji dewletên piştgiriyê dide wan re deyne.

Welatiya bi navê Merdiye Xelîl jî bang li dewletên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de ji kampa Holê werbigirin û wiha got: "Mana jin û zarokên DAIŞ`ê li kampa Holê tê wateya dubarekirina hewldanên wan ên revê, kuştin û şewitandinê."

Li kampa Holê 57 hezar û 460 kes hene, li ser 15 hezar û 603 malbatên sûrî, iraqî, her wiha jin û zarokên DAIŞ'ê tên parvekirin. 2 hezar û 529 malbatên biyanî li nava kampê hene ku hejmara wan 8 hezar û 555 kes in ji 54 welatan in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beş beş welatiyên ji Iraq û Sûriyê yên dixwazin vegerin warên xwe derdixe.

Merdiye Xelîl li ser kiryarên jinên DAIŞ`ê yên li kampa Holê fikarên xwe anî ziman û got: "Kampa Holê metirsiyê li ser jiyana me çêdike û herêmê bê ewle dihêle, her tim êrişî hêzên ewlekariyê yên kampê dikin."

Welatiyê bi navê Ebdurehman Dawûd Şêxobi nav kir û ev tişt anî ziman: "Metirsiya DAIŞ`ê di bûyerên girtîgeha Sînaa û kiryarên jinên DAIŞ`ê li kampa Holê eşkere dibin."

Şêxo diyar kir ku dewletên cîhanê ji ber berjewendiyên xwe naxwazin welatiyên xwe yên DAIŞ'î werbigirin û naxwazin dadgeheke navdewletî bê avakirin û got: "Ji ber ku avakirina dadgeheke taybet bi DAIŞ`ê tê wateya bidawîkirin û çareserkirina dosya DAIŞ'ê. Dewletên sûd ji vê rewşê digirin vê yekê naxwazin ev dosya were çareserkirin."

Welatiyê bi navê Ehmed Hisên bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî çareserkirina dosya DAIŞ`ê, rexne kir.

Kampa Holê di serdema şerê di navbera Iraq û welatên kendava Erebî de di sala 1991'an de hat avakirin. Piştî QSD`ê 2015`an bajaroka Holê rizgar kir dest bi pêşwazîkirina koçberên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û herêmên çeteyan DAIŞ`ê dagir kirine û penaberên iraqî kir.

(eh)

ANHA