Navenda Kurdî ya Lêkolînan dê semînerekê li ser metrsiya vegera DAIŞ`ê li dar bixe

Navenda Kurdî ya Lêkolînan dê di 9'ê Nîsanê de bi rêya bernameya Zoom semînereke diyaloyê bi navê "DAIŞ hewl dide xwe birêxistin bike û hêza xwe vegerîne" li dar bixe.

Navenda Kurdî ya Lêkolînan dê semînerekê li ser metrsiya vegera DAIŞ`ê li dar bixe
7 nîsan, 2022   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Semînera diyalogê dê di 9'ê Nîsanê saet 7:00 li gorî dema Berlînê û saet 08:00 li gorî dema Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.

Kesên ku tê de beşdar bibin ev in:

- Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Aram Hena.

- Lêkolînerê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî, Michael Rubin.

- Nivîskar û rojnamevanê Iraqî, Elî El-Seraf.

Semîner dê ji aliyê rêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl ve were birêvebirin.

Semîner dê li ser rûpela fermî ya Navenda Kurdî ya Lêkolînan li ser Facebookê jî bê weşandin û tê de li ser metirsiyên vegera DAIŞ'ê, rola QSD di bidawîkirina hebûna DAIŞ'ê di warê erdnîgarî de û rola koalîsyona navneteweyî û artêşa Iraqê di şerê li dijî terorê de, bê nîqaşkirin.

(dx)